Li Dresdenê çalakiya ji bo destekkirina HDP'ê
Li bajarê Dresdenê, di çalakiya ji bo destekkirina HDP'ê de hat destnîşankirin, ku hilbijartinên dema pêş di warê diyarkirina çarenûsa gelan de xwedî girîngiyeke mezin e.
Li bajarê Dresdenê, di çalakiya ji bo destekkirina HDP'ê de hat destnîşankirin, ku hilbijartinên dema pêş di warê diyarkirina çarenûsa gelan de xwedî girîngiyeke mezin e.
Li bajarê Elmanya Dresdenê, bi armanca destekkirina HDP'ê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de namzetê paarlamenteriyê yê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û parlamenter Mîrko Schûltze weke axaftvan amade bûn.
'ROJA ÇARENÛSÊ!'
Di axaftinên li çalakiyê de ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat gotin, 'roja çarenûsa gelan' e. Di çalakiya ku bi qasî hezar kes lê amade bûn de hat destnîşankirin, ku divê ji bo hilweşandina benda hilbijartinê xebat werin zêdekirin.
Hunermend Mikaîl Aslan, Pinar Yildiz, Xemgîn Bîrhat, Tûncer Yalçinkaya û Xalîl Altûn jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.