KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
Xwişk û bira, du artêş, armancek
Egîd Amed û Amara Amed. Zarokên malbatek welatparêz ya Farqînê ne. Egîd Amed niha li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Xwişka wî Amara Amed jî li Rojava şervana YPJ’ê ye.
-
Têkoşer, rojnamevan, şervan
Jiyan, rojnamevanî û şervaniyê bi hev re dike. Jiyan, ku jiyana wê ya rojnamevaniyê bi tevlîbûna li nava refên YPJ'ê re destpê kir, yek ji mînakên rojnamevaniya têkoşer a li Kobanê ye.
-
Cenazeyê şervana YPJ'ê Tugluk hat defnkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Bahar Tugluk (Bêrîtan Batman) a ku 6 meh berê di encama şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin.
-
-
-
Operasyonên li Kurdistanê gumanan zêde dike
Her çendî ji ber pêvajoya çareseriyê du sal in pevçûn rû nadin, operasyonên leşkerî li Bakûrê Kurdistanê berdewam dike. Operasyonên li herêmê berdewam dikin gumana rûdana pevçûnên li herêmê zêde dikin.
-
-
Kişanak û Anli: Kêmasî ya me, serketin a gel e
Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli, bi boneya bidawîhatina saleke wan a ser karî daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist, di civinê de hevşaredaran got, “Me qurûşek gel tenê jî heba nekir.
-
Cenazeyê Cembirî û Şoreşger anîn Amedê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mazlûm Aşkan (Canşer Cembiri), Îsmaîl Oktay (Rênas Şoreşger) û YPJ'ê Bahar Tugluk (Berîtan Batman) ên li Kobanê li şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû anîn Amedê.
-
-
Ji bo HPG’yî û YPG’yiyan mewlûd
Ji bo gerîlayê HPG'ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê ku di provokasyona Tendurekê de jiyana xwe ji dest da li Îdîrê û ji bo Şervanê YPG'ê Nazmî Şafak Dogan (Elîşer Mordem) ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Kanîreşê mewlûd hat dayîn.
-
-
YPG: 16 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku şer û pevçûnên li her du kantonan de 16 çete hatin kuştin. Her wiha di pevçûnan de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.
-
-
-
-
-
Ji bo xwendekarên Kobaniyî gera bajêr
Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Şaredariya Rezan a Amedê (MAPER) nêzîkî 100 xwendekarên Kobanêyî yên ji serê salê heta niha perwerdeê dibînin li Bircên Amedê gerand.
-
'Rûbirûbûn nebe lihevkirin nabe'
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), di daxuyaniya xwe ya ji ber salvegera 100. a Qirkirina Seyfo 1915'an de çalakiya greva birçîbûnê ya li Tûrabdîn silav kir.
-
-
-
YRD'ê Roja Rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), di salvegera 117. a destpêkirina weşana rojnameya "Kurdistanê" de Roja Rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir û ji bo xurtkirina yekîtiya di navbera Kurdan û gelan de, bal kişand ser rola girîng a çapemeniya azad.
-
-