Cenazeyên 3 şervanan anîn Amedê

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Amedê.

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de li Serêkaniyê û Kobanê jiyana xwe ji dest dan duh derengiya şevê anîn Amedê.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mustafa Karacadag (Rustem Amed), Mahpus Guzeller (Şoreş Xinis) ên li Serêkaniyê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, di Deriyê Sînor ê Şenyurt re ji aliyê rêveberên MEYA-DER û malbatan ve hatin wergirtin û ber bi Amedê ve hatin rêkirin.  Bi sedan kesên ku di nav wan de Namzeta Parlamenteriyê ya Amedê Feleknas Uca, hevşaredar jî hebûn, li Sêrêya Bismilê bi dirûşma, “Şehîd Namirin” cenaze pêşwazî kirin. Piştî cenazeyên şervanan anîn Goristana Yenîkoy a Amedê, cenazeyê şervanê YPG’ê Serkan Çoksen (Sîdar Çekdar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Ava Petrol hat pêşwazîkirin.

Cenazeyên her sê şervanên YPG’ê yên anîn Goristana Yenîkoy, ji bo defnkirinê wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Cenazeyê Îlhan Guzeller ber bi navçeya Xinis a Erziromê, Serkan Çokşen ber bi Melazgir a Mûşê hatin oxirkirin.

Wê cenazeyê Mustafa Karacadag li gundê Terkan ê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê bê defnkirin.