'Rûbirûbûn nebe lihevkirin nabe'
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), di daxuyaniya xwe ya ji ber salvegera 100. a Qirkirina Seyfo 1915'an de çalakiya greva birçîbûnê ya li Tûrabdîn silav kir.
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), di daxuyaniya xwe ya ji ber salvegera 100. a Qirkirina Seyfo 1915'an de çalakiya greva birçîbûnê ya li Tûrabdîn silav kir.
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), di daxuyaniya xwe ya ji ber salvegera 100. a Qirkirina Seyfo 1915'an de çalakiya greva birçîbûnê ya li Tûrabdîn silav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çalakiya ji bo bîranîna qirkirinê yekemcar li Tûarbdînê tê lidarxistin, xwedî girîngiyeke mezin e û ji bo çalakgeran hat gotin, "Bi vê çalakiyê re we bi cesareteke mezin ji raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê re ragihandine ku êşa şehîd û gelên me nehatiye ji bîr kirin. Ev sed sal in gelê me her tim hewl da êş û rondikên çavên xwe veşêre. Vîna ku bi têkoşîna me re derket holê, êdî tirs têk biriye û şertên xwe îfadekirinê hem li welat hem jî derveyî welat ji bo me afirandiye."
'DIVÊ DEWLETA TIRK QIRKIRINÊ QEBÛL BIKE'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek dewletan dest bi nîqaşkirina qirkirinê kirine û yek bi yek ketine pêvajoya dayîna biryarê û ev bang li dewleta Tirk hat kirin: "Pêwîste hikûmeta Komara Tirkiyeyê, ji bo ji nû ve avakirina têkiliyên civakî, tavilê gel, bawerî û derdorên kiriye dijminê hev di çarçoveya projeyeke demokratîk de li hev bîne. Heta ku hestên kîn û hêrsê yên li ser pênaseyên bêbawerî û dijminatiyê hatin kûrkirin ji holê neyên rakirin, Tirkiye nikare ji pevçûn û kaosên li herêma me rizgar bibe. Ji bo jiyaneke demokratîk û pêşerojeke bi hev re divê birîn werin pêçandin, ji bo vê jî pêwîstî bi nêzîkatiyeke ji dil heye. Banga me li hikûmeta Komara Tirkiyeyê ew e ku ji bo pêşerojeke nû ya Anatolî û Mezopotamyayê, Qirkirina 1915'an qebûl bike. Yên ku bi rastiyên dîrokî re rûbirû nayên, ne pêkane ku bi wan re lihevkirin çêbibe."
'EM GREVA BIRÇÎBÛNÊ SILAV DIKIN Û PÎROZ DIKIN
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku çalakiya greva birçîbûnê ya li Mîdyatê hatiye destpêkirin moraleke mezin dide hemû beşên gel û hat gotin, "Di nava vê salê de li par aliyên welêt û dîasporayê bi sedan çalakî hatin lidarxistin. Ev çalakî wê civakî bibin. Dêr jî dinav de, saziyên civakî yên sivîl her kes xwedî li Seyfo derdikevin.
Hûn gelê me yê li Tûrabdînê ku tevî hemû êrîşan welatê xwe neterikandine û bi ruhê hawariyan xwedî li dêr û keşîşxaneyan derketine, em çalakiya we ya dîrokî silav dikin û we pîroz dikin. Ji we hemûyan re serketinê dixwazin."