Cenazeyê Cembirî û Şoreşger anîn Amedê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mazlûm Aşkan (Canşer Cembiri), Îsmaîl Oktay (Rênas Şoreşger) û YPJ'ê Bahar Tugluk (Berîtan Batman) ên li Kobanê li şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû anîn Amedê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Mazlûm Aşkan (Canşer Cembiri), Îsmaîl Oktay (Rênas Şoreşger) û YPJ'ê Bahar Tugluk (Berîtan Batman) ên li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû anîn Amedê. Cenazeyên şervanên YPG'ê Akşan, Oktay û YPJ'ê Tugluk ji aliyê malbat û MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Mûrşîtpînarê hatin wergirtin.
Cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê û piştî karên otopsiyê anîn Amedê. Cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê li Petrola Ava ji aliyê hevserokên DBP'ê yên Amedê, MEYA-DER,TUHA-DER, rexistinên DBP/HDP, hevşarêdar, Namzeta HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel û sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. Girseyê piştî cenaze peşwazî kirin birin Mizgefta Goristana Yenîkoyê. Dema cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê li ber mizgeftê bi tilîli û çepikan hat peşwazîkirin. Di pêşwazikirinê de dirûşmên "Şehîd namirin","Ey şehîd xwîna te li erdê namine" , "Riya şehîd riya me ye PKK partiya me ye","û "Bijî Serok Apo" hatin gotin.
Piştî pêşwazîkirinê cenazeyê Şervana YPJ'ê Bahar Tugluk ber bi Elîhê ve hat oxirkirin . Cenazeyên Akşan û Oktay jî dê sibe li Wanê bê definkirin.