HDP’ê li Yenîşehîr buroya yekemîn a hilbijartinê vekir
Ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya navçeya Yenîşehîr li Taxa Îplîk buroya hilbijartinê ya yekemîn hat vekirin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê Nursel Aydogan, Edîp Berk, Hevşaredara Yenîşehîr Ulku Baytaş, serok û rêveberên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyan tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Îplîk bûn.
Li qada ku buro hat vekirin, alên HDP’ê hatin daliqandin, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Namzetên HDP’ê gel silavkirin.
Paşê namzetan û gel buro vekirin. Di vekirina buroyê de bi sedan kesên ji jin û ciwanan pêk dihatin, li ber stranên komên muzîkê yên herêmî govend gerandin.