Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli, bi boneya bidawîhatina saleke wan a ser karî daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist, di civinê de hevşaredaran got, “Me qurûşek gel tenê jî heba nekir. Di qadeke 15 hezar kîlometir de me xizmet bo 17 navçeyan kir. Tiştên xweş ku hatine kirinên gel in, heke kêmasî û qusûr hebin jî ew yên me ne.”
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, îro li Jîngeha Sumerparkê li Salona Resepsiyonê bi boneya qedîna saleke xwe ya ser karî, xizmetên xwe yên salekê bi nûnerên çapemeniyê, muxtar û saziyên civala sîvîl re parve kirin.
Bi kurtasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê maweyê saleke li pey xwe hiştî de ev kar û xizmet bi encam dane:
“Sînorê xizmeta me tevahiya bajêr e, ji ber wê ne tenê li navenda bajêr, me li qadeke 15 hezar kîlometreyî, li 17 navçe û 2200 gund û bajarokan xizmet kir. Li tevahiya 17 navçeyan bi 950 muxtar û niçtecihên taxan re sê malan civîn hatin pêkanîn.
Pirsgirêkên navçe û gundên ku ev 90 sal in hîç xizmet jê re nahetiye kirin hatin destnîşankirin, plansaziya xizmetên bajarvaniyê hate kirin, li hemû navçeyan nivîsgehên DÎSKÎ û Agirkujiyê hatin danîn û dest bi damezrandina Şeftiyên Riyan hate kirin.
Ji aliyekî ve plansaziya xebatên 13 navçeyan hate kirin, hewl hate dayîn ku ji bo hemû navçeyan xizmeta ava vexwarinê, kanalîzasyon, rê, veguhastina tomerî, agirkujî, paqijî hwd bê pêkanîn ji aliyê din ve jî li navenda bajêr di warê xebata binesaziyê de xeta şebekeya ava baranê û xeta kanalîzasyonê hate destpêkirin, ji bo vê xebat hatin bilezxistin û ji sedî 65ê wê hate qedandin.
Li navenda bajêr li dijî bêhiqûqî û guhnedana biryaran bi biryarî helwest hate girtin. Dawî li dagirkirina Kuçeya Hunerê hate anîn.
Ji ber Berendamtiya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê û xemên ekolojîk Projeya Geliyê Dîcleyê, bi biryara Meclisê hate betalkirin. Amadekariyên Plana Master a Parastin a Geliyê Dîcleyê hate destpêkirin.
Li ber zextên hin komên kedxwer helwest hate girtin, serî netewand û ji bo hemû navçeyan xizmeta veguhastina tomerî dest pê kir. Kargêrî di çarçoveya xweseriya demokratîk de hate birêxistin û pergala hevserokatiyê hate pêkanîn. Li gorî pêdiviyê gel, beşên jinan, aborî û rêwbaran hatin avakirin.
Têkildarê xebatên binesaziyê de jî ev agahî hatin dayin: “Di warê binesaziyê de projeyên qerase ku 50 salên pêş ên bajêr digire ber mîsogeriyê hatin bicihanîn. Li navenda bajêr, li cî û warên nû, li 13 navçeyê der, tax û gundan ava girêdana bi malan jî tê de, 100 kîlometir şebekeya ava vexwarinê, 146 kîlometir şebekeya kanalîzasyonê û 50 kîlometir şebekeya ava barînê hate dabînkirin. 8 hezar metre jî bîra sondajê hate vedan.
Her wiha derbarê parzandina ava şêlo de jî wiha hate gotin: “Amadekariyên Karê Çêkirina Tesîsa Parzinandina Ava Şêlo ya Gêlê gihîşt ber qedandinê û ji bo hemû navçeyan projeyên parzinandina ava şêlo hatin destpêkirin.
Di warê RÊ de; di nav du salên dawîn de ji ber xebatên kolandinê yên bo jêrxaneya bajêr ên ji aliyê DÎSKÎ û hin saziyan ve li navenda bajêr zêde karê asfaltkirinê pêk nehat. Giranî kete ser riyên 13 navçeyên der. Ji bo wê, xebata qîrkirinê bi 5 metre panî û 250 km dirêjî hate kirin. Di hezar û 440 km rê de reglaj, 150 km riya stabîlîze hate çêkirin, 473 km jî nûvekirina rûyê sathî yê rê hate pêkanîn. 30 km riya nû hate vekirin. Li ser 17 kîlometir dirêjiya rê jî 5 riyan karê wan ê ax û sersaziyê hate kirin.
Ji bo xizmeteke bileztir û qelîtetir bo gel bête kirin ji bo makînegehê 20 makîneyên din hatin kirrîn.
Îsal jî bi meha Nîsanê re ligel du ekîban dest bi asfaltkirina hemû bulvar û rêbiwarên bajêr hate kirin. Ji bo xebatên asfalt û rêyan ji sê pişkan pişkek budçeya şaredariyê hate terxankirin, armanc ew e ku li navenda bajêr û hemû navçeyan 260 hezar ton asfalt bê darêtin, 8 metre fireh 7 cm stûr 190 kîlometre asfalt bête dariştin.
Hate plankirin ku li çolteriyê bi tevayî hezar û 110 kîlometir xebata rê bête pêkanîn.Ji bo hatûçûna nava bajêr rehettir bibe Projeya Pergala Raya Sivik hatiye dabînkirin, girêbesta ji bo krêdiya vê hatiye asta pêkanînê. Çavlê ye demsala payi^zê îmze bêne kirin û gav bi gav pergala raya sivik bête bicihkirin.
Li hemû navçeyan rawestgeh hatin bicihkirin, cihên siwarkirin û peyakirinê hatin diyarkirin. Hemû erebeyan kamera lêxistin û ew bi zindî têne şopandin.
Ji bo veguhastina tomerî bi enerjiya paqij, bi ewletir û rehettir bête pêkanîn 48 otobûsên ku bi gazê dixebitin hatin standin. Otobûsên ku rengê wan ji aliyê gel ve hate destnîşankirin 22yê wan 15ê Gulanê têne wergirtin û yên dîtir jî meha Tîrmehê têne wergirtin.
Ji bo ku ev otobûs sotemeniya xwe ji derve nestînin ji bo wan dest bi avakirina Bazgeha Tijîkirina Gazê hate kirin.
Li cem Nexweşxaneya Zarokanînê û li tenişta Şaredariyê dest bi lêkirina otoparka pirqatî hate kirin. Tê plankirin ku herdu otopark vê havînê bikevin ber xizmeta xelkê.
Bi hezaran lewheyên alînîşandanê yên trafîkê li cihên pêwist hatin bicihkirin. Xaçerêk hatin biseroberkirin. Pergalên sinyalîzasyonê hatin dabînkirin.
Erebeyên ku riya Elezîz û Siwêregê bi kar tînin ji bo nekevin nav trafîka bajêr ji bo wan Otogara Nû ya Navçeyan a Rojava hate avakirin, li ber vekirinê ye.
Li Gêlê ferîbota ku bê motor, bê paldank hate dewrgirtin hate çêkirin û bi vê li ser Bendava Dîcleyê têkiliya Gêlê û 6 gundan hate duristkirin.
Bi boneya parastina nirxên çandî û dîrokî yê bajêr rêwîtiya UNESCOyê hate bilezxistin. Dosyeya berendamtiya Keleha Amedê û Peyzaja Çandî ya Baxçeyên Hewselê ya bo UNESCOyê hate qedandin, Plana Rêveberiya Qadê hate qedandin, sînorên qadê hatin revîzekirin û di meclisa şaredariyê de hate çespandin. Ger ku meha hezîranê pêvajoya ENESCOyê ya Amedê bi erênî bi encam bide, dê turizm û aboriya bajêr bandoreke geş ji vê bistîne.
Tevahiya salê tevdîrên li dijî lêkirina avahiyên neqanûnî dewam kir. Deverên xetere li ser wan heye nexşeya wna hate derxistin.
Wezareta Bajarvanî û Jîngehê deverek di nav Geliyê Dîcleyê de wek “Qada Rezevra Avahiyan” îlan kir, li ser vê me doz lê vekir, doz me qezenc kir û ev biryar hate betalkirin.
Lêkirina avahiya Navenda Çand û Kongreyê ku li herêmê ya herî mezin e bi dawî bû.
Li Bulvara Mahabadê bo cara yekê ye parkura meşê û riya pisqêletê hate çêkirin. Parkur û riya pisqêletê ku 10 kîlometir dirêj e, hema bêje hatiye ber qedandinê.
Ji bo verêja trafîka ser Kuçeya Elezîzê bê kêmkirin, 10 metir dîwarê aydê leşkeriyê paşve hate standin. Darên li refûjê hatin hilkirin û li parkên şaredariyê hatin daçikandin. Rojên pêş ev dîwar dê bête hilweşandin, rê bête firehkirin û cade wek sê xetên çûyînê sê xetên hatinê bête dabînkirin.
Xebatên ji bo vekirina Dibistanên Çand û Hunerê yên li Bajaroka Agaçli ya Pasûrê, Bajaroka Şolen a Erxeniyê, Bajaroka Kaygisiz a Pîranê û Bajaroka Kuyular a Henê hatibûn destpêkirin, gihîştin asta qedandinê. Meha pêş ev dibistan dikevin ber xizmetê.
Bi şîara “Careke din ebed” xebatên veguherandina muzeyê ya Zindana Amedê hate destpêkirin. Qesra Cemîlpaşa ku sala par kete ber xizmetê, wek Muzeya Bajêr hate sererastkirin û ev muze, meha gulanê ji bo bikaranînê tê vekirin. Pêşangeha Pirtûkan ku hersal ji aliyê TUYAPê ve tê lidarxistin, îsal dê j, aliyê Şaredariya me ve bê lidarxistin. Amadekarî qediyane.
Ji bo danasîna bajêr rêber û kovar hatin weşandin. Ji bo bi hezaran zarok û ciwanan ger û geştên bajêr hatin pêkanîn. Derfet hate dayîn ku 93 hezar xwendekar sûdê ji Pirtûkxaneya Mehmed Uzun wergirin. Şanoya Bajêr gelek şano pêşkêş kirin 25 hezar kesî li van lîstikan temaşe kir.Kurs, atolye, konser, pêşangeh û festîval hatin lidarxistin. Koçka Gazî hate kirrîn, ji bo wek Tesîsa Civakî ya Şaredariyê bê bikaranîn, xebat hatin destpêkirin.
...