Operasyonên li Kurdistanê gumanan zêde dike

Her çendî ji ber pêvajoya çareseriyê du sal in pevçûn rû nadin, operasyonên leşkerî li Bakûrê Kurdistanê berdewam dike. Operasyonên li herêmê berdewam dikin gumana rûdana pevçûnên li herêmê zêde dikin.

Her çendî ji ber pêvajoya çareseriyê du sal in pevçûn rû nadin, operasyonên leşkerî li Bakûrê Kurdistanê berdewam dike. Operasyonên li herêmê berdewam dikin gumana rûdana pevçûnên li herêmê zêde dikin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da zanîn ku 2 hezar leşker tevlî operasyona li xeta sînor a Qilabanê bûne û wiha hişyarî da hukûmeta AKP’ê: “Ger pevçûn rû bidin, ne em ne jî desthilatiya we nikarin ji bin barê vê yekê rabin.

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, têkildarê operasyonên artêşa Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê ji ANFê re axivî û diyar kir ku hukûmeta AKP’ê dixwaze agirbesta ku du sal in berdewam dike xirab bike. Sariyildiz got: “Provakasyona li Agiriyê li stûyê AKP’ê me. Dixwaze bi domandina operasyonan cenazeyên zarokên hejarên Anatolyayê bişînin ji malbatên wan re”

Saryildiz bi bîr xist ku piştî helwesta Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan a li hemberî  civîna dîrokî ya li Koçika Dolmabahçeyê Serfermandariya Artêşa Tirk pê li dûmeya operasyonan kiriye. Sariyildiz da zanîn ku bi taybet piştî helwesta nerênî ya Erdogan a li hemberî civîna li Dolmabahçeyê, serfermandariya artêşa Tirk dest bi operasyonan kiriye û bal kişand ku bi taybet li Şirnex û Colemêrgê li pey provakasyonan in.

Sariyildiz got: “Operasyonên ku du sal in qet pêk nehatine, li gelek cihan pêk tên. Yek ji vanan û ya herî diyar jî provakasyona Agiriyê ku ji aliyê gel ve vala hate derxistin bû. Beriya wê li Oremar, Çiyayê Mazî û Roboskiyê li hemberî baregehên gerîlayan operasyon hatin lidarxistin. Herî dawî du roj berê li gundê Mêrgehê 3 welatiyên me bi çekan birîndar bûn. Bê guman evane gelek xeter in û bûyerên provakatîf in.

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da zanîn ku 2 hezar leşker tevlî operasyona li xeta sînor a Qilabanê bûne û wiha hişyarî da hukûmeta AKP’ê: “Ger pevçûn rû bidin, ne em ne jî desthilatiya we nikarin ji bin barê vê yekê rabin. Bi hezaran leşkerên di qişleyên li ser sînor de hatine bicihkirin divê li baregehên xwe vegerin. 2 roj berê me van gumanên xwe ji Walitiya Şirnexê re ragihand.”