Namzetên HDP’ê li Pêrtag û Xozatê buro vekirin
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Dêrsimê, li navçeya Pêrtagê buroya hilbijartinê vekirin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Dêrsimê, li navçeya Pêrtagê buroya hilbijartinê vekirin.
Namzetên parlamenteriyê yê HDP’ê yên Dêrsimê li navçeya Pêrtag a Dêrsimê buroya hilbijartinê vekirin.
Xebatên HDP’ê yên bi şîara “Em ê jiyana nû ava bikin” bi awayekî bilez û zêde didomin. Namzetên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn, Alîcan Onlu buroya hilbijartinê vekirin. Di vekirina buroyê de ligel Hevşaredarê Dêrsimê M. Alî Bûl, endamên HDP, DBP, DHF, Partîzan, ESP û EMEP’ê jî amade bûn.
Di vekirina buroyê de Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul, diyar kir ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan HDP, ji niha ve hêzên sermayeyê tirsandiye. Bûl got ku bi projeya jiyana nû re wê tevayî beşên civakî bi awayekî bihêz di meclîsê de cihê xwe bigirin.
Namzetê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu jî got ku HDP azadiya hemû gelan teşkîl dike.
Namzeta din HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn jî wiha axivî: “Nîvê civakê ji jinan pêk tê. Em wek jin wekheviyê dixwazin. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.”
Piştî axaftinan bi dahol û zurnayê buro hat vekirin. Piştî vekirinê namzet û yên ligel wan esnaf ziyaret kirin, pirsgirêk û daxwazên wan guhdar kirin.
Her wiha li navçeya Xozat a Dêrsimê jî buroya hilbijartinê hat vekirin.
Bi sedan ji bo vekirina buroyê kom bûn, li ber stranan govend gerandin.