Ji bo HPG’yî û YPG’yiyan mewlûd

Ji bo gerîlayê HPG'ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê ku di provokasyona Tendurekê de jiyana xwe ji dest da li Îdîrê û ji bo Şervanê YPG'ê Nazmî Şafak Dogan (Elîşer Mordem) ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Kanîreşê mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê ku di provokasyona Tendurekê de jiyana xwe ji dest da li Îdîrê û ji bo Şervanê YPG'ê Nazmî Şafak Dogan (Elîşer Mordem) ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Kanîreşê mewlûd hat dayîn.

Li taxa Karaagaç a Îdîrê ji bo Gerîlayê HPG'ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê ku di 11'ê nîsanê de di provokasyona Tendûrekê ya navçeya Giyadîn a Agiriyê de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn. Rêveberên DBP, HDP, hevşaredarên Îdîr û navçeyan derdorê û sedan welatî tevlî mewlûdê bûn. Di konê mewlûdê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Kizilay û wêneyên şervanên PKK, HPG û YPJ'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê Namzetê HDP'ê yê Îdîrê M. Emîn Adiyaman axivî û peyama girtiyên siyasî yên Erzirom û Tekîrdagê şandin hat xwendin.

Dayîka Kizilay Zahîde Kizilay jî wiha got: "Dilê min şewitî bila dilê tu kesên din neşewite. Ez dixwazin di nava aştî û aramiyê de bijîm. Bila ciwan û zarokên me nemirin. Bila êdî tu kes nemire."

ÇEWLÎK

Li gundê Ceban ê Kanîreşê jî ji bo Şervanê YPG'ê Nazmî Şafak Dogan (Alîer Mordem) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan mewlûd hat dayîn. Bi sedan welatiyên gundên derdorê û navçeyê hatin tevlî mewlûdê bûn. Piştî xwendina mewlûdê xwarin hate belavkirin û pişt re gora Dogan hate ziyaretkirin.

QERS

Li taxa Bahçelîevler a Qersê jî konê sersaxiyê yê ji bo Şervanê YPG'ê Erdal Şaşik (Mahîr Can) ê ku li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hate vedan bi girseyî hat ziyaretkirin. Namzetên HDP'ê yên Qersê, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, KA-YODER û gelek kesên din tevlî sersaxiyê bûn. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê birayê Şaşik Yavuş Şaşik axivî û wiha got: "Mahîr tenê şehîdê me nîn e yê gelê kurd e. Ez bi birayê xwe serbilind im."

Di sersaxiyê de dirûşmên ''Şehîd namirin'', ''Bijî berxwedana Rojava'' û ''Bijî Serok Apo'' hatin berzkirin.