Li Amedê piştî sed salan bîranîn-DÎMEN

Li navçeya Çingûşa Amedê Qirkirina Ermeniyan di salvegera 100'emîn de li Şkefta Du Deng a ku kesên jiyana xwe ji destê dan avêtibûnê hate bîranîn.

Li navçeya Çingûşa Amedê Qirkirina Ermeniyan di salvegera 100'emîn de li Şkefta Du Deng a ku kesên jiyana xwe ji destê dan avêtibûnê hate bîranîn. Ji bo kesên di qirkirinê de hatin qetilkirin, qûrnefîl avêtin şkeftê û hin Ermeniyên tevlî merasimê bûn giriyan.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Namzeda HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, Serokê Şaxa ÎHD’ê Racî Bîlîcî, Serokê Estîtuya Ara Sarrafyan û Ermeniyên ji Amerîka, Hollanda, Îngilîstan, Kaneda û Franseyê tevlî çalakiya ji aliyê ÎHD û Enstîtuya Gomîdas ve hatin lidarxistin bûn.

Koma ji bo tevlî merasima bîranînê ya li Çingûşê bibin, di saetên danê sibê de, li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev kom bûn û ber bi Yenîkoy a Çingûşê ve bi rê ketin. Karwanê kesên xwestin tevlî merasimê bibin di rê de ji aliyê cendirmeyan ve hatrawestandin. Leşkeran dor li girseyê girtin û xwestin yek bi yek nasnameyan kontrol bikin. Serokê ÎHD’ê Şaxê Stenbolê Racî Bîlîcî qebûl nekir ku nasnameya xwe bide cendirmeyan û da zanîn ku bi zanebûn rêya wan birîne. Ji ber nerazîbûnan nasnameyên hatibûn komkirin jî careke din dan xwediyên wan û girse ber bi cihê çalakiyê ve bi rê ket.

Piştî bîranînê girse çû Şkefta Du Deng a ku kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, avêtinê. Koma ku li gihişt vê derê, li hemberî kûrahiya şkeftê matmayî bûn. Hin kesên li vê derê nikarîn pêşî li hesirên çavên xwe bigirin.

Li vê derê ji Ermeniyên Amedê Gafur Turkay axivî û diyar kir ku ew careke din li trajediya wê demê vegeriyan. Turkay ji ber kelagirî bi zorî axivî û got: “Li tevahiya herêmê, li tevahiya Tirkiyeyê qirkirin pêk hat. Li her derê neheqî hebûn, lê Ermeniyan anîn û avêtin vê şkeftê. Bi sedan kes anîn û avêtin Şkefta Du Deng.”

Piştre Parlamentera HDP’ê Nursel Aydogan têkildarê bûyer û êşên çêbûne axivî û diyar kir ku divê lêborîn bê xwestin.

Piştî axaftinan kom qûrnefîl danîn ber û derdora şkefta Du Deng. Gelek kesên tevlî çalakiyê bûn nekarîn pêşî li hesirên xwe bigirin. Piştî qûrnefîl danîn, hin kesan bi zimanî Ermenî kilam gotin.