Dewleta bi sabiqaya Roboskî dîsa li ser kar e

Ji şêniyên gundê Mergehê Serhat Encu da xuyakirin ku dewletê bingeh ji bo Roboskiyeke duyemîn re amade kiriye.

Ji şêniyên gundê Mergeh ê navçeya Şirnex Qilabanê Serhat Encu, bûyera gulereşandina leşkeran li komeke bazirganiya sînor dikir ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku hikûmetê bingeh ji Roboskiyeke duyemîn re amade kiriye.

Hedefa dewleta xwedî sabiqaya Roboskî, dîsa bû gundiyên ku yekane çavkaniya wan a debarê bazirganiya li ser sînor e. Leşkerên ku di 20'ê Nîsana 2015'an de pêşî li komeke ji 30 kesî ya bazirganiya li ser sînor dikir birîn, gule li girseya gel a ji bo destekkirina gundiyan hatibû, reşandin. Serhat Encu ku şahidî vê êrîşa leşkeran a di encamê de 4 kes birîndar bû kir, anî ziman ku her tişt bi astengkirina hatina 30 gundiyên Mergehê yên ji bo anîna erzaqê çûbûn Başûrê Kurdistanê destpê kir.

LEŞKERAN GULE LI GEL REŞANDIN

Encu da xuyakirin ku piştî agahî ji wan re hat, ji bo pêşî li komkujiyeke nû bigirin jin, mêr gundiyên Mergehê berê xwe dane ser sînor û got, "Leşkeran destûr nedidan koma ji 30 kesî ya dixwest vegere malê. Em ketin navberê û me xwestin bi leşkeran re biaxivin. Lê belê leşker li dijî me derketin û xwestine em biçin. Li ser vê yekê di navbera me û leşkeran de nîqaş derket. Leşkeran li nişka ve gule li aliyê me reşandin. Em reviyan. Ji ber gulereşandinê 4 kes birîndar bûn. Me birîndar hilgirtin û gihandin nexweşxaneyê. Lê belê koma ji 30 kesî nekarî ji Başûr derbasî Bakur bibe."

Encu anî ziman ku ji birîndaran A.C. piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketiye, lê sê kesên din hînê li nexweşxaneyê ne, ku M.A. yê rewşa wî krîtîk e, li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê tê ragirtin.

'DEWLET HEM DERFETA KAR NADE HEM JÎ HEWL DIDE ME BIKUJE'

Encu da xuyakirin ku ji bo şermezarkirina vê êrîşê wan duh kolana bingehîn a gundê Yekmalê girtin û çalakî lidar xistin û da zanîn ku ji bilî Hevşaredarê Qilabanê kesekî destek nedaye wan, lewma wan dawî li çalakiya xwe anîne û li malê vegeriyan e. Encu diyar kir ku dewleta di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 gundiyên Roboskî qetil kir, zextên xwe yên li gundiyan dewam dike û destnîşan kir ku dewletê ji komkujiyeke nû re bingeh amade kiriye.

Encu da zanîn ku ji bo ew malbata xwe xwedî bikin êş û zehmetiyên mezin dikişînin û got, "Dewlet hem derfetên kar nade me hem jî çav berdaye yekane çavkaniya debara me bazirganiya li ser înor. Em malbatên xwe bi vî rengî xwedî dikin. Ew me her roj bikujin jî em neçar in li malbatên xwe binêrin."

...