Têkoşer, rojnamevan, şervan

Jiyan, rojnamevanî û şervaniyê bi hev re dike. Jiyan, ku jiyana wê ya rojnamevaniyê bi tevlîbûna li nava refên YPJ'ê re destpê kir, yek ji mînakên rojnamevaniya têkoşer a li Kobanê ye.

Jiyan, rojnamevanî û şervaniyê bi hev re dike. Jiyan, ku jiyana wê ya rojnamevaniyê bi tevlîbûna li nava refên YPJ'ê re destpê kir, yek ji mînakên rojnamevaniya têkoşer a li Kobanê ye.

Jiyan sala 2014'an ji hêzên leşkerî derbasî raghandina YPG'ê dibe. Derbasbûyîna li nava ragihandina YPG'ê, ji bo Jiyan deriyekî nû yê pêşketinê. Cara yekemîn radihêje kamerayê û ji nêz ve şer dişopîne. Dema berxwedana 15'ê Îlonê destpê kir Jiyan jî yek ji şopdarên berxwedana şervanan a li gundê Talikê û Degirmen ên li rojavayê Kobanê bû. 

LI DEGÎRMENÊ DÎMENÊN TANKÊ DIKIŞÎNE

Li gundê Degîrmenê şervanên YPG'ê bi kalaşnîkov, BKC û RBC'ê li hemberî tankan şer dikin. Rojnamevan Jiyan jî li gel wan e û dibe şahidê wê berxwedanê. Cara yekemîn kamera girtiye destê xwe, li ber kuneke ku çete sûîqestê dikin sekiniye û dikeve nava nakokiyan gelo kalaşnîkovê bikar bîne yan jî kamera? Jiyan wan kêliyên zehmet bi vî rengî anî ser ziman; "Hîna ez di nava wê nakokiyê de diçim û têm, tankê berê xwe da çepera ez tê de bûm. Yekemîn reaksiyona min nîşan da kamera xwe girtin bû. Ev reaksiyona min li xweşiya min neçû û min ev nêzîkatiya xwe weke tirs ji çeteyan nirxand. Ji ber vê yekê min ji xwe re got eger tank careke dîtir berê xwe bide vê derê ez ê kamera xwe nagirim û ji mesafeyeke nêz ve bikşînim. Di nava wê tofanê de min hem li hemberî xwe şer dikir, hem li hemberî çeteyan şer dikir. Ji xwe gelek wext derbas nebû dîsa wê tankê berê xwe da çepera me û şervanên YPG ê berê çeka xwe dan wê tankê. Vê carê min kamera xwe negirt û mîna çekekê li hemberî çeteyan da bikaranîn. Ez xwînsar nêz bûm û min dîmenên tankê û berxwedana şervanan li hemberî wê kişand. Weke rojnamevanekê ev dîmen kişandin serketinek bû."

JIYAN GAV BI GAV ŞERVANÊN YPG'Ê DIŞOPÎNE

Rojnamevana jin Jiyan dibe şahidê şervanên li ber xwe didin heta ku jiyana xwe ji dest didin. Li ber çavên wê şervanên birîndar şer dikin, heta fîşeka xwe ya dawiyê. Dibe hevala şervanên li ber baranê di çeperan de ne û wext nabînin xew bikin an xwarinê bixwin. 

Jiyan di hevpeyvîneke bi ANHA re li ser berxwedanê axivî bû û bîranînên xwe wiha anîbû ziman; "Rojên berxwedaniyê mîna rêzefilmekî kêlî bi kêlî têne bîra min. Wexta min dît êrîşa dijmin ew qasî dijwar e û hevalên me ji îrade û hêza xwe zêdetir li ber xwe didin hesteke wisa bi min re çêbibû min nedixwest ez kêliyekî dûrî wan bimînim. Lê belê wexta kamera min tijî dibû ez neçar dimam dev ji şervanan berdim û vegerim cihê xwe. Li ser qutbûna min a ji şervanan saetek derbas nedibû ez vedigeriyam eniyê. Hîna ez di rê de bûm min didît hinek ji wan şervanan birîndar bûne yan şehîd ketine. Hêrseke mezin bi min re çêdibû û min xwe digihand çepera hevalan."

LI BAJÊR DU CARAN DIKEVE NAVA DORPÊÇIYA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê

Rojnamevan Agirî YILMAZ a ku li eniya rojhilat jiyana xwe ji dest da, her tim eniya rojhilat dişopand û Jiyan eniya başûr dişopand. Ew li bajar li milê başûr du caran bi şervanên YPG ê re dikeve nava dorpêçiya çeteyên DAIŞ ê. Mîna wê di hevpeyvînê de anîbû ziman ew bi zorê ji çembera çeteyan rizgar bûne û got, "Ez û du şervanên YPG'ê em ketibûn nava çemberê de. Di navbera me û çeteyan de mesafeteke gelekî kêm mabû. Qenasên wan têrê dikirin ku me şehîd bixînin. Lê belê wan dixwest me bi saxî bigirin. Di wan kêliyan de tenê tişta dihate bîra min ez xwe ji çemberê rizgar bikim û nekevim destê çeteyan de. Ji xwe hevalan çawa bihîstin em di çemberê de ne hatin alîkariya me û em ji çemberê rizgar kirin. Ew deqeyên min di çemberê de derbas kirin ji bo min mîna salekê bû."

Jiyan ji cihê xeter dûr namînê. Her tim bi şervanan re di çeperên pêş de ye û dibe şahidê gelek bûyeran. Êş û kêfxweşiya wan bûyeran wiha anî ziman; "Ez pir kêfxweşim ku şensê ew berxwedanî jiyankirin û dîtin bi destê min ket. Ew bûyerên ez bûm şahidê wan gelek tecrûbe û rastî bi min dane qezenckirin. Êşa wan gelekî dijwar bû, bi taybet şehadeta hevalan ji min re zor dihat ez bi wan ve dihatim girêdan û wexta şehîd diketin ji min re zor hat. Ew rojên berxwedaniyê ne tenê roj bûn,  di dîrokê de rastiya komkujiya dijmin li ser gelê bindest daye meşandin radixist pêşiya çavên te."

Jiyan di dawiya hevpeyvîna xwe de anî ziman ku di nava berxwedaniyê de girêdana wê bi rojnamevantiyê re hîn zêdetir çêbûye û mîna hevalekê li kamera xwe dinêre. 

...