Febrîqeya bi jehr a namzetê AKP'ê yê Êlih gel daxist kolanan

Li Êlihê, ji ber jehra ku Febrîqeya Bozogûllari ya namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê yê rêza 1. Zîver Ozdemîr li hawirdorê belav dike, şêniyên taxê daketin kolanan û rêya febrîqeyê girtin.

Li Êlihê, ji ber jehra ku Febrîqeya Bozogûllari ya namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê yê rêza 1. Zîver Ozdemîr li hawirdorê belav dike, şêniyên taxê daketin kolanan û rêya febrîqeyê girtin. Piştî ku polîsan nekarî rê vekin, Şaredariya DBP'yî ket navberê û bi şert gel îqna kir.

Febrîqeya Tuxle ya Bozogûllari ya namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê yê rêza yekemîn Zîver Ozdemîr, ji ber qirêjî û zerarê dide dawirdorê, rê li ber nerazîbûna gel vekir. Şêniyên taxê dan xuyakirin ku ji ber dûxana ji febrîqeya di nava bajêr de maye bilind dibe ew nexweş dikevin û rêya diçe febrîqeyê bi kîsên xîzê girt. Şêniyên taxê anîn ziman ku ji bo girtina febrîqeyê ew ketine nava hewldanan lê belê encam negirtine, lewma heta tedbîr werin girtin ew ê nesekinin. Ekîbên polîsan ên hatin cihê bûyerê, şêniyên taxê qanî nekirin. Şêniyên taxê, di encama hewldanên şaredariya DBP'yî de biryar dan çalakiya xwe bi dawî bikin.

Gelê herêmê da zanîn ku namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê Zîver Ozdemîr bi hêza ji hikûmetê digire re Febrîqeya Tuxle ya li taxa Seyîtlerê daye xebitandin û sermayeya xwe mezin kiriye. Şêniyên herêmê diyar kirin ku li pêşberî vê yekê ew jî bi nexweşiyên bronşît û astimê ketine.

Ji şêniyên taxê Çetîn Narçîçek anî ziman ku du zarokên wî nexweşên astimê ne û tevî ku serî li her rê û rêbazên qanûnî daye jî, febrîqeya tuxle ji nava taxê nehatiye derxistin. Narçîçek ragihand ku wan biryar dane êdî febrîqeyê nedin xebitandin, lê belê ji ber hewldanên Şaredariya DBP'yî wan çalakiya xwe ji bo demekê bi dawî kirine. Narçîçek got, "Şardariya me ji me re ragihand ku ew ê ji bo rakirina febrîqeyê ji vir, bi xwediyê febrîqeyê re hevdîtinê bikin û li ser vê yekê destûra vekirina rê dane."

Maşallah Çelîk ê 5 zarokên wî jî nexweşên bronşîtê ne û ew jî ji qirikê ve nexweş e anî ziman ku ew ê tozên bi jehr ên Zîver Ozdemîr ê AKP'yî danequrtînin. Çelîk got, "Em ê hemû li hemberî namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê dozê vekin."