Hikûmeta Kobanê, wê li Amedê konferansekê li dar bixe
Hikûmeta Kobanê, meha pêşiya me bi şîara, "Ji nû ve avakirina Kobanê, xwedîderketina li nirxên mirovatiyê ye” wê li Amedê konferansekê pêk bîne.
Hikûmeta Kobanê, meha pêşiya me bi şîara, "Ji nû ve avakirina Kobanê, xwedîderketina li nirxên mirovatiyê ye” wê li Amedê konferansekê pêk bîne.
Hikûmeta Kobanê, meha pêşiya me wê li Amedê konferansekê li dar bixe. Li ser navê Kantona Kobanê Enver Muslim got ku avakirineke demokratîk, ekolojîk û tevayî nirxên mirovatiyê digire nav xwe û diparêze armanca wan a esasî ye û diyar kir ku wê di konferansê de xebatên bi rê ve dibin vebêjin.
Hikûmeta Kobanê, meha pêşiya me bi şîara, "Ji nû ve avakirina Kobanê, xwedîderketina li nirxên mirovatiyê ye” wê li Amedê konferansekê pêk bîne. Konferansa ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Mafê Mirovan, Serokatiya Odeya Bazirganî û Sanayiyê, Baroya Amedê û Odeya Tabîban piştgiriyê didin, bi tevlîbûna 350 delegeyên ji Ewropa, Başûrê Kurdistan, Rojava û Tirkiyeyê wê pêk bê.
MUSLIM: ARMANCA ME YA ESASÎ AVAKIRINEKE KU NIRXÊN MIROVÎ DIGIRE NAV XWE YE
Li ser navê Kantona Kobanê Enver Muslim daxuyanî da, got ku wê konferansê bi şîara, "Ji nû ve avakirina Kobanê, xwedîderketina li nirxên mirovatiyê ye” pêk bînin. Muslim diyar kir avakirineke demokratîk, ekolojîk û tevayî nirxên mirovatiyê digire nav xwe û diparêze armanca wan a esasî ye û diyar kir wê di konferansê de xebatên bi rê ve dibin vebêjin.
Muslim wiha dewam kir: "Di mijara mirovatiya li hember çeteya hovîtiyê DAIŞ’ê li ber xwe dide, wê li nirxên xwe yên cewherî derkeve û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê zend û bendên xwe bade baweriya me mezin e.”
Konferans, 2-3 Gulanê saet 09.00'an li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê pêk bê.