Ji bo xwendekarên Kobaniyî gera bajêr

Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Şaredariya Rezan a Amedê (MAPER) nêzîkî 100 xwendekarên Kobanêyî yên ji serê salê heta niha perwerdeê dibînin li Bircên Amedê gerand.

Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Şaredariya Rezan a Amedê (MAPER) nêzîkî 100 xwendekarên Kobanêyî yên ji serê salê heta niha perwerdeê dibînin bir seyranê. Di çarçoveya seyranê de xwendekarên Kobanêyî li Bircên Amedê geriyan.

Rêveber û mamosteyên MAPER'ê, Seroka Navenda Çandê ya Şaredariyê Sîbel Çakin Bayhan jî bi xwendekaran re çûn seyranê.

Xwendekarên ji ber Deriyê Mêrdînê dest bi gerê kirin û heta Birca Bizinan hatin. Ji rûyê xwendekaran xuya bû ku ji ber gerê kêfa wan li cih e. Piştî gera li bircan xwendekar ji bo geştê birin Parka Newrozê.