Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), di salvegera 117. a destpêkirina weşana rojnameya "Kurdistanê" de Roja Rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir û ji bo xurtkirina yekîtiya di navbera Kurdan û gelan de, bal kişand ser rola girîng a çapemeniya azad.
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), der barê 117. salvegera derketina yekemîn rojnameya Kurdî li derveyî welat daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku rojnameya bi navê "Kurdistan" derketî, ji bo Kurdan di warê siyasî, civakî û zanistî de ji bûyerên li cîhanê rû didin agahdar bike; pêngavekî bi nirx û bi wate ye.
YRD'ê bal kişand ser qonaxên zehmet ên çapemeniya Kurd tê re derbas bûye û got, "Tevî hemû zext, sansûr, girtin, îşkence û înfazên rejîmên dagirker; qet paşde gav navêtiye. Timî bi tekoşîn û sekna xwe ya bi biryar, bilindkirina dengê gel kiriye dirûşmeya xwe."
YRD'ê da xuyakirin eger îro çapemeniya Kurdî li herêm û navçeyê gihiştiye astekê û li ber çav were girtin, ev yek bi saya têkoşîn û berdêlên hatine dayîn e û destnîşan kir ku li çar parçeyên Kurdistanê ligel tekoşîna siyasî, çapemeniyê jî tekoşîn meşandiye û cangorî daye.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê armancê ji Mezlûm Dogan, heta Gurbetellî Ersoz, Enwer Polat, Halîl Ûysal û Denîz Firatan; roj bi roj kevneşopiya çapemeniya azad û alternatîf bihêztir bûye. Ev kevneşopî li başûrê Kurdistanê jî bi Serdeşt Osman, Soran Mame Heme û Kawa Germiyaniyan, li rojhilatê Kurdistanê bi Raman Cawîd, Sirwan Narî, Argeş Bawer û Ferzad Kemangeran û li Rojava jî bi Şîlan Kobaniyan gihiştiye asta herî zor."
YRD'ê diyar kir ku çapemeniya Kurd a Azad, bi taybetî cûdahiyên hevkariyê bi berxwedêrên li dijî êrîş û komkujiyên çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê li ber xwe didin datîne holê û di têkoşîna azadiyê de rolekî ronak dilîze.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çapemeniya azad li 4 parçeyên Kurdistanê pêşengiyê ji rastiya civakeke li çar parçeyên Kurdistanê nîqaşan dike, rexne û lêpirsîn dike û daxive re dike û hat gotin, "Îro bi berpirsyartiyeke girîng a ji bo hêz bide yekîtiya di navbera Kurdan û gelan de rû bi rû ye. Ji ber vê sedemê bi hêviya li Kurdistan û Rojhilata Navîn siyaseta demokratîk, hişmendî û perspektîfa neteweya demokratîk pêş bikeve, Roja Rojnamevanên Kurdistanê ya tevayî derdorên çapemeniya Kurd pîroz be, em serketinê ji wan re dixwazin. Em soza xwe ya em ê dilsozî bîranîna şehîdên çapemeniya azad bin û di şopa wan de bi biryar bimeşin dubare dikin."