YPG: 16 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku şer û pevçûnên li her du kantonan de 16 çete hatin kuştin. Her wiha di pevçûnan de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku şer û pevçûnên li her du kantonan de 16 çete hatin kuştin. Her wiha di pevçûnan de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê berxwedana Kobanê û Cizîrê ya 24 saetên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku şer û pevçûnên li her du kantonan de 16 çete hatin kuştin. Her wiha di pevçûnan de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandina YPG'ê got,
ˮBerxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ’ê tên meşandin ket roja 219’emîn. Duh jî, li başûrê Kobanê, gundê Dîkanê û derdora wê de di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek hatiye jiyîn. Pevçunên dijwar a ku doh pişt nîvro des tpê kir û heta seatên şevê dom kir de qasî hat zelalkirin 10 endame çeteyan hatin kuştin.
Di vê pevçûnê de rêhevalekî me ku bi fedakariyek mezin têdikoşiya, bi lehengî şer kir û gihişt şehadete.
Hêzên me şevê din li ser rêya Sirîn êrîşek lidarxistin. Êrîşê de konwoyek a çeteyan a ku di nava tevgere de bû hatin hedef girtin. Di vê êrîşê de maşîneyeke leşkerî û motorsîkletek hatin rûxandin. Bi qasî hatiye zelalkirin, di vê êrîşê de 2 çete hatine kuştin.
Komên çeteyan îro jî di seatên sihare de êrîş anîn ser gundê Metrês a ku li heman eniyê ye. Piştî hêzên me bersivê tund da, li vê herême pevçunên dijwar hat jiyankirin û komên çeteyan neçar man birevin. Li vê qadê jî qasî hatiye zelalkirin 3 çete hatin kuştin.ˮ
KANTONA CIZÎRÊ
Di daxuyaniyê de der barê berxwedana kantona Cizîrê jî ev tişt hatin gotin: ˮPevçûnên di navbera hêzên me û komên çeteyan de ku li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê tên jiyîn berdewam dike. Şevê din li gundê Til Hefyanê ya giredayî Til Temir, di navbera hêzên me û komên çete de pevçunek hatiye jiyankirin. Di vê pevçunê de qasî hat zelalkirin endameke çeteyan hatiye kuştin.ˮ