Cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê ji Amedê re hatin şandin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mazlûm Aşkan û Îsmaîl Oktay û şervana YPJ'ê Bahar Tûglûk, piştî otopsiya li Rihayê ber bi Amedê ve hatin şandin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mazlûm Aşkan û Îsmaîl Oktay û şervana YPJ'ê Bahar Tûglûk, piştî otopsiya li Rihayê ber bi Amedê ve hatin şandin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mazlûm Aşkan û Îsmaîl Oktay û şervana YPJ'ê Bahar Tûglûk, piştî otopsiya li Rihayê ber bi Amedê ve hatin şandin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Serkan Çokşen (Sîdar Çekdar) jî ji ber ji Wezareta Karên Hundir ferman nehatiye dayîn, radestî malbatê nehat kirin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mazlûm Aşkan (Canşêr Cembîrî), Îsmaîl Oktay (Rênas Şoreşger) û şervana YPJ'ê Bahar Tûglûk (Bêrîtan Batman) piştî 20 saetan rayedaran radestî malbatê kirin. Ji ber astengiyên Wezareta Karên Hundir, cenaze bi zorê hatin wergirtin û ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Lê belê otopsiya ku diviyabû duh bi şev bihata kirin, ji ber dozger nehat, îro danê sibehê hat kirin.
Piştî otopsiyê cenaze radestî malbatan hatin kirin û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Berxwedana YPGê" li wesayîta cenaze hatin bicihkirin.
Cenazeyê Tûglûk a YPJ'yî jî, li ser milê jinan bi qîrîna dirûşmeya "Bijî Berxwedana YPJ'ê" li wesayîta cenaze hat bicihkirin.
Cenaze dûre ber bi Amedê ve hatin birêkirin. Cenazeyên Mazlûm Aşkan û Îsmaîl Oktay ên YPG'yî ji bo were veşartin wê sibe ji warê wan Wanê re bên şandin. Cenazeyê Tûglûk a YPJ'yî jî wê îro li Êlihê bê veşartin.
Kekê şervanê YPG'ê Serkan Çokşen (Sîdar Çekdar) Salih Çokşen ê ji Mûşê hat Pirsûsê, ji bo cenazeyê birayê xwe werbigire xwest biçe ber deriyê sînor lê belê destûr jê re nehat dayîn. Rayedaran ji kek Çokşen re gotin 'Di çarçoveya fermana Wezareta Karên Hundir de destûra wergirtina cenaze nehatiye dayîn û ew li benda bersiva ji Enqereyê ne."