Cenazeyê şervana YPJ'ê Tugluk hat defnkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Bahar Tugluk (Bêrîtan Batman) a ku 6 meh berê di encama şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Bahar Tugluk (Bêrîtan Batman) a ku 6 meh berê di encama şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Bahar Tugluk (Bêrîtan Batman) a ku 6 meh berê di encama şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Bahar Tugluk (Bêrîtan Batman) a ku 6 meh berê di encama şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû li goristana Asliya Êlihê hat definkirin. Cenazeyê Tugluk ku piştî kar û barên fermî radestî MEYA-DER û malbatê hat kirin. Cenazeya Tugluk ji aliyê hezaran kesî ve li tesîsa Bardakçilarê ya ketina bajar hat pêşwazîkirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, nûner û rêveberên HDP, DBP'ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel, Sabrî Ozdemîr, namzetên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hasan Yagiz, nûnerên rêxistinên sivîl û hezaran kes di marasîma pêşwazîkirina cenazeya Tugluk de amade bûn.
CENAZE LI TAXÊN BAJAR GERANDIN
Dema ku cenazeya Tugluk bi ambûlansê hat cihê pêşwazîkirinê welatî bi tîlîlî û çepîkan cenaze pêşwazî kirin. Konvoya cenazeya Tugluk bi lêdana qorneyên wesayîtan şervanên YPG'ê di nav taxan de derbas bû. Welatiyên li taxan jî herîkin kolanan û di şaneşînên avahiyên xwe de bi alên PKK'ê û rengên kesk, sor û zer konvoya cenazeyê silav kirin. Esnafên ku konvoya cenazeyê di ber kargehên wan de derbas bûn jî ji bo cenazeyê rêz girtin.
BI HEZARAN WELATÎ 5 KM MEŞIYAN
Cenazeya Tugluk a ku bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin jinan hilgirt û heya goristana Asriyê ya ku 5 kîlometre derveyî bajar re meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şervanê YPJ'ê Tugluk û alên PKK, KCK'ê hatin hilgirtin. Hejmara welatiyan her ku çû zêde bû bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bê Serok jiyan nabe", "Kurdistan dê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Piştî cenazeyê Tugluk ji aliyê girseyê ve hat definkirin ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.
Piştî rêz girtinê Hevserokê MEYA-DER'ê Şukru Baytar axivî û diyar kir cangoriyên gelê kurd rûmeta wan û ev tişt gotin: "Ji bo me şehîd xeta herî girîng e. Ji ber vê yekê em tu carî destûrê nadin ku li ser şehîdên me tiştên nebaş bên axaftin. Ji ber ku îro em bi saya şehîdên xwe hatine vê merhaleyê." Bavê şervana YPJ'ê Tugluk Mehmet Emîn Tugluk axivî û ji bo xwedî derketinê ji girseyê re malavahî xwest û got ku keça wê şehîda hemû gelê kurd e.
'GELÊ KURD LI BER ZILMA DEWLETÊ SERÎ NATEWÎNE'
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û anî ziman zilma ku dewleta tirk li ser kurdan dide meşandin di tu deran de nehatiye meşandin û ev tişt got: "Ev çend roj in hikûmeta AKP'ê cenazeya şervanê me bi hincetên bêwate li sînor daye sekinandin. Ev çanda zilmê ku hikûmeta AKP'ê dide meşandin li tu dewletan tune ye û li ser gelê din ne hatiye meşandin. Ev jî li vir ji hikûmeta AKP'ê re dibêjin ku em tu carî li hemberî zilma te serî natewînin."