Tevgera hewayî û kemîn

HPG’ê, diyar kir ku artêşa Tirk tevgera hewayî pêk tîne û bi awayekî zêde kemînan datîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, da xuyakirin ku artêşa Tirk ji19’ê Nîsanê û vir ve li qadên di navbera navçeya Bêşebab a Şirnexê û Setkarê bi awayekî zêde kemîn danîne.

HPG’ê diyar kir ku tevgera hewayî ya artêşa Tirk didome û got, “Di navbera 24’ê Nîsanê saet 23:00 û 25’ê Nîsanê saet 03:00’an de li ser qadên Çiyayê Reş, Kuro Jaro û Şkefta Birîndaran ên girêdayî herêma Zapê pêgerên hewayî yên keşfê geriyane. Saet di navbera 02:00 - 03:00’an de jî li ser qadên Kuro Jaro û Şkefta Birîndaran tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk pêk hatiye.

Her wiha 25’ê Nîsanê saet di navbera 06:30 - 07:00’an de li ser herêma Metîna tevgera balafirên şer hatiye dîtin.

Ji 22’ê Nîsanê ve li ser qada Şehîd Kawa ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê bi awayekî zêde keşf pêk hatiye.”