Ciwanên Azad li Hannover û Celle çalakî lidar xistin
Li bajarê Elmanya Hannoverê Ciwanên Azad bi dirûşma "Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn" daxuyaniyek da çapemeniyê. Li bajarê Celle jî stand hat vekirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li bajarê Hannoverê de ciwanan belavok belav kirin û xwendin. Di dema dayîna daxuyaniyê de, Partiya Çep a Elman û Antî Faşîst jî di nav de 60 ciwan amade bûn.
Li aliyê din, li bajarê Celle jî bi armanca piştgirîdayîna Kobanê û Şengalê Ciwanên Azad standek vekir. Di vê çalakiya ku heta saet 20:00 dewam kir de fîlm hat nîşandan. Fîlmê Hêvî li vir ji aliyê 60 kesî ve hat temaşekirin.