Ji artêşa Tirk dijmintiya Rojava

Leşkerên Tirk bavê 7 zarokan ê bi navê Mihemed Henîf Berazî (42) yê ji gundê Çarxetyo ya Efînê, li sînorê nêzî gundê Şingiliyê ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê qetil kirin.

Leşkerên Tirk bavê 7 zarokan ê  bi navê Mihemed Henîf Berazî (42) yê ji gundê Çarxetyo ya Efînê, li sînorê nêzî gundê Şingiliyê ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê qetil kirin.

Li ser agahiyên ku  malbata welatiyê bi navê Mihemed Henîf Berazî dane ANHA’yê leşkerên Tirk 11’ê Nîsana 2015’an dema Mihemed Henîf Berazî bi armanca pêdiviyên jiyanî ji malbata xwe re ji Bakurê Kurdistanê bîne, li nêzî sînor gulebaran kirin. Di encamê de Mihemed di singa xwe de birîndar bibû û tevlî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Mihemedê ku di sala 1973’an ji dayîk bûye û bavê 7 zarokan e li goristana gundê Çarxetyo yê lê ji dayîk bûye veşartin.

Duh jî leşkerên Tirk 3 welatiyên ku pezê xwe li herêma sînor diçêrandin gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de welatiyê 28 salî  Seydo Reşad Dîko hat kuştin û 2 welatiyên din birîndar bûn.