Namzetên HDP’ê li Dihê buroya hilbijartinê vekirin

Namzeyên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Sertê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Dihê buroya hilbijartinê vekirin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Sertê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Dihê buroya hilbijartinê vekirin. Di vekirina buroyê de ligel jinên bi kefiyên kesk û sor û hatibûn, namzetên HDP’ê yên Sêrtê Profesor Kadrî Yildirim, Îsmaîl Aydin, rêveberên HDP, DBP yên bajêr û navçeyan û Dayikên Aştiyê jî amade bûn. Vekirina buroyê ya bi sirûda Ey Raqîp destpê kir, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Paşê rêveberên HDP’ê yên navçeyê axivîn.

‘ÇIRÛSKA YEKEMÎN A LI DIHÊ BI PÊLA HDP’Ê MEZIN DIBE’

Namzetê HDP’ê yê Sêrtê Îsmaîl Aydin got ku ji ber hatiye navçeya ku yekemîn çirûskên tevgera azadiya Kurd lê ne, serbilind e. Aydin diyar kir ku pêlên meşa azadiyê ya bi guleya yekemîn a li Dihê hat avêtin destpê kir her diçe mezin dibe.

Kadrî Yildirim jî got, “Kesên li ser xwîna fermandar Egîd deng didin AKP’ê wê biçin cehennemê” û diyar kir ku gelê Kurd heta îro li hember gelek cemaet û erkanên dewletê xiyanet li Rêberê xwe nekiriye.

Yildirim anî ziman ku di 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan de dîsa Ermenî hatin qetilkirin û got, “Di komkujiya li hember Ermeniyan de bi me lîstîn. Me hevdu qetil kir. Yildirim lêborîn ji gelê Ermenî xwest.

‘EY MELA Û ŞÊXÊN KURDISTANÎ, DEST JI XIYANETA LI HEMBER GELÊ XWE BERDIN’

Yildirim axaftina xwe wiha domand: “Em bi çiraya ku Melayê Cizîrî pêxistiye ber bi siberojan dimeşin. Ey mela û şêxên Kurdistanî dest ji xiyaneta li hember gelê xwe bedrin. Bi ola Ehmedê Xanê, Seyîd Riza û Şêx Seîd bimeşin.”

Herî dawî gel û namzetan govend gerandin

...