LEZGÎN

Leşkerên Tirk welatiyekî Efrînê qetil kirin

Leşkerên Tirk 3 welatiyên ku pezê xwe diçêrandin gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de welatiyek hat kuştin û herduyê din jî brindar bûn.

Leşkerên Tirk 3 welatiyên ku pezê xwe diçêrandin gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de welatiyek hat kuştin û herduyê din jî brindar bûn.

Hovîtiya leşkerên Tirk li ser sînorê di navbera herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de bê navber didome. Leşkerên tirk dîsa êrîşî welatiyên Rojava kirin û kesek bi navê Seydo Reşad Dîko (28) salî qetil kirin.

Leşkeran îro danê setên sibê de 3 welatiyên ji gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efrînê dema ku pezê xwe li herêma beranberî gundê Tofê yê Bakurê Kurdistanê diçêrandin, gulebaran kirin. Di encamê de welatiyê bi navê Seydo Reşad Dîko jiyana xwe ji dest da. Her wiha herdu welatiyên bi navên Seydo Bilal û Îmad Menan jî birîndar bûn. Ji ber guleyên leşkerên Tirki welatiyên herêmê nikarîbûn xwe bighînin cihê bûye, ji ber vê yekê cenazeyê Seydo Reşad Dîko hate saet 15.30’an li erdê ma. Birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

Seydo Reşad Dîko di sala 1987’an de ji dayîk bûye û sê meh in zewiciye.