Acar ê YPG’yî ji aliyê hezaran ve hat oxiririn

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ridvan Acar (Dilxwaz Kerboran) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Kerboranê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ridvan Acar (Dilxwaz Kerboran) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Kerboranê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ridvan Acar (Dilxwaz Kerboran) ê ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da li Kerboranê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Cenazeyê Acar li Duryana Deywan a ji aliyê rêveberên MEYA-DER, HDP, DBP, hevşaredar, dayîkên aştiyê û hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkriin. Ji ber cenazeyê Acar esnafên navçeyê jî dikanên xwe girtin. Cenazeyê Acar ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û bi dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Dilxwaz Kerboran dijî PKK şer dike" û "Şehîd namirin" anîn Şehîdgeha Kerboranê.

Piştî karên definkirinê xilas bû rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Pişt re Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Kerboranê Abdurrhman Arslan axivî û diyar kir ku di dema êrîşên li hemberî Kobanê zêde bûn Acar dest ji zanîngehê berdea û ji bo parastina gelê kurd tevlî YPG'ê bû. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî ciwanên Kurdistanê bi berdêlên gelek mezin Kobanê azad kirin.

Birayê Acar Yusuf Acar jî wiha got: "Divê em Dilxwaz bi şînê ne bi tîlîliyan re oxir bikin. Serê gelê kurd bilind e. Serê me hemûyan sax be."