Li Êlihê operasyona qirkirina siyasî: Yek jê zarok 10 kes hatin binçavkirin

Îro di saetên sibê de li taxa Yavuz Selîm ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê re, bi ser malan de girtin û yek jê zarok 10 kes binçav kir.

Li Êlihê operasyonên qirkirina siyasî didomin. Îro di saetên sibê de li taxa Yavuz Selîm ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê re, bi ser malan de girtin û yek jê zarok 10 kes binçav kir.

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li Êlihê yek jê zarok 10 ciwan hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku kesên hatine binçavkirin bi hinceta ku endamê YDG-H’ê de hatine binçavkirin.  Hat hînbûn ku ciwan li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re tên girtin û herî kêm wê 24 saetan di bin çavan de bin. Serdegirtina malan duh piştî civîna Desteya Wezîran a li Çankayayê pêk hat şûnde, pêk hatin û vê jî rê li ber pirsnîşanan vekir.