Karkerên di teqînê de birîndar bûn rakirin Amedê
5 kesên di teqîna ji ber gazê ya li tunela Bendava Farqînê de birîndar bûn, sewqî Amedê hatin kirin.
5 kesên di teqîna ji ber gazê ya li tunela Bendava Farqînê de birîndar bûn, sewqî Amedê hatin kirin.
5 kesên di teqîna ji ber gazê ya li tunela Bendava Farqînê de birîndar bûn Denîz Yildiz, Muslum Kiliç, Taha Çakar, Omer Çetînkaya û Mûrat Tekîn piştî mudaxleya destpêkê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû ya Farqînê, bi helîkopter û rêya bejahî sewqî nexweşxaneyên li Amedê hatin kirin. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya yek ji birîndaran giran e.
Ji karkerên di tunelê de dixebitîn Adîl Gosterîş anî ziman ku dema li tunelê dixebitîn teqînê rû daye û got, "Piştî teqînê bi rev em tunelê derketin." Bûrhan Orocu jî diyar kir ku heman piştî teqînê şewat derketiye, tunel bi dûxanê tijî bûye û got, "Di hundir de dûxanek zêde hebû. Piştî teqîna dijwar em bi bez ji tunelê derketin."