Cenazeyê şervanê YPG'ê Bîlîk ji aliyê hezaran ve hat defnkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Muhammed Bîlîk (Yilmaz Barzan) ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû bi beşdariya deh hezaran kesan li Cizîrê hat definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Muhammed Bîlîk (Yilmaz Barzan) ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû bi beşdariya deh hezaran kesan li Cizîrê hat definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Muhammed Bîlîk (Yilmaz Barzan) ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû bi beşdariya deh hezaran kesan li Cizîrê hat definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Muhammed Bîlîk (Yilmaz Barzan) ê 23'ê Çileyê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe dest da piştî ji aliyê malbatê ve ji Deriyê Sînor a Murşîtpinarê hat wergertin anîn navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Serê sibê hemwelati û esnafên darabeyên dikanên xwe girtî ji bo pêşwazîkirina cenaze li ser Kolana Arîn Mirxan kombûn. Xwendekarên lîse û dibistanên din jî ji ber dibistanên xwe heta kolana Arîn Mirxan meş lidarxistin û dibistan boykot kirin. Piştî karwanê cenazeyê Bîlîk ket nava bajêr girseya ji bo pêşwezîkirinê amadebûn dest bi meşê kir. Di meşê de Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Konur, endamên rêxistinên HDP'ê û DBP'ê, MEYA-DER, KURDİ,DER, Komelaya Alimên Botanê û hezaran hemwelatî amade bûn. Girseyê cenaz berê heta Kolana Kobanê (Nisêbînê) di wesayîta cenazeyê de anîn, piştre jî li ser milê xwe û bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" heta Goristana Asrî meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Bîlîk hatibûn hilgirtin, di demek kurt de hejmara beşdaran gihişt deh hezaran kesî.
Piştî girse gihişt ber goristanê merasîma pêk hat. Di merasîmê de rêzgirtin pêk hat û sruda "Ey Reqîp" hat xwendin. Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mele Kasim Yîgît axiftinek kir û diyar kir ku ew hemû şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin û peywira hemû kesî şopdariya doza şehidan e. Yîgît, bal kişand ser serkeftina berxwedana Kobanê û wiha axivî: "Mêrxasî û lehengîya ciwanên kurdan bû tirs û ket dile çeteyan.. Hemû cîhanê şahidiya hêza gelê kurd kir. Dive em layiqî van şehidan bin. Wan em anînê vê astê."
Li ser navê malbatê dayika Bîlîk, Salîmê Bîlîk jî xêr hatina girseyê kir û diyar kir ku hemû ciwanên kurdan weke Muhammed kurê zarokê xwe dibîne û sersaxî ji hemû gelê kurd re xwest.
Piştî axiftinan cenazeyê Bîlîk, bi dirûşma, "Şehîd namirin" hat definkirin. Hat diyarkirin ku ji ber mehek berê şîna Bîlîk hatibû danîn, dê careke din taziye daneyinin. Piştî merasîma cenaze esnafan derabeyên dikanên xwe vekirin.