Buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya Elbakê bi girseyî hat vekirin
HDP’ê li navçeya Elbak a Wanê buroya hilbijartinê vekir. Namzeta HDP’ê yê Wanê di vekirina buroyê de axivî û li hember provokasyonan banga hestyariyê kir.

Hevserokê HDP’a Wanê Veysî Dîlekçî, Hevseroka DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê Tuba Hezer, Remzî Ozgokçe, Lezgîn Botan û Selamî Ozyaşar tevlî vekirina buroyê bûn.
HDP’yî bi karwanekî sedan wesayîtan hatin pêşwazîkirin. Vekirina buroyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Namzeta HDP’ê ya Wanê Tuba Hezer a di vekirina buroyê de axivî bal kişand ser êrîş û provokasyonên demên dawî yên li hember HDP’ê. Hezer got ku armanca van provokasyonan ev e ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Hezer anî ziman ku gel li hember van lîstikên qirêj bi mezinkirina têkoşînê bersiv dide.
Namzetê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî, got ku wê bi ruhê seferbertiyê xebatên xwe bidomînin.