Cenazeyên şervana YPJ’ê Buhar Kulîlk (Bêrîtan Batman), şervanê YPG’ê Ismaîl Oktayî (Rênas Şoreş) û Mazlûm Aşkan (Canşer) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe jidest dane, ber bi Bakurê Kurdistanê ve hatin oxirkirin.
Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê cenazeyên şervana YPJ’ê Buhar Kulîlk (Bêrîtan Batman), şervanê YPG’ê Ismaîl Oktayî (Rênas Şoreş) û Mazlûm Aşkan (Canşer) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane li ser daxwaziya malbatên wan birin deriyê sînor ê Kobanê û ji wir radestî malbatên wan li Bakurê Kurdistanê kirin. Cenazeyên her sê şervanan wê bi merasîman li Bakurê Kurdistanê bêne definkirin.