Asûriyên Mûsilî: Alîkariya herî mezin PKK'ê da me

Asûriyên ji Mûsilê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koç bikin û xwe li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê girtin anîn ziman ku ji bo wan cihê herî ewle qadên gerîla ye û gotin, "Li dijî êrîşan, alîkariya herî mezin PKK'ê da me."

Asûriyên ji Mûsilê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koç bikin û xwe li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê girtin anîn ziman ku ji bo wan cihê herî ewle qadên gerîla ye û gotin, "Li dijî êrîşan, alîkariya herî mezin PKK'ê da me."

Yek ji gelên kevnare yên Rojhilata Navîn Asûriyên ku ji Mûsilê, ji hovîtiya DAIŞ’ê ya ku cih û warê wan hilweşand û gelek nasên wan revand, ji ber ku bê parastin man neçarî koçberiyê bûn. Ji ber wê hêjmareke mezin a gelê Asûrî berê xwe da gundên ku di bin ewlehiya gerîla de ne.

Yek ji van gundan gundê bi navê Çemrebetkî yê bi ser Dihokê ve ye. Gundê Çemrebetkî di heman demê de bi herêma Meyrokê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve jî tê nasîn. Şêniyên herêmê nêrînên xwe bi ANF'ê re parve kirin û gotin ku gerîlayên PKK’ê bi her awayî derfetên jiyanê ji wan re ava kirine. Jinên Asûrî jî di der barê koçberiya xwe de bi çavên xemgîn û bi hêviya ku careke din vegerin ser xaka xwe, nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Dayika bi navê Hena Mansûr Îbrahîm a ku ji navçeya Hemdaniyê-Qerakoç ya bi ser Mûsilê ve koçber bûye nêrînên xwe bi vî rengî anî ziman;

"Ez jî mîna tevahî cîranê xwe ji Mûsilê koçberê vir bûme. Roja em koçber bûne mîna îro tê bîra min. Di nîvê şevê de li deriyê me dan û gotin ka zû ji mala xwe derkevin, wê DAIŞ were êrîşî we bike. Vaye niha jî em 17 malbat bi hev re di heman dibistanê de dijîn. Qet agahiya me ji nasên me nîne, her yek çûye derekê. Tişta herî zêde me diêşîne jî ev rewş bi xwe ye…"

"ALÎKARIYA HERÎ MEZIN PKK'Ê DA ME"

Dayika bi navê Hena anî ziman ku rêxistina herî baş wate da van êşên wan û bi her awayî alîkarî da wan partiya PKK’ê ye û axaftina got; "Tevî van êrîşan, PKK’ê derfetên jiyanê ji me re ava kir û bi rengek mehane alîkarî û pêdiviyên jiyanê dide me. Ji ber wê em spasiya wan dikin. Bi rastî jî DAIŞ tevahî gelê herêmê da ber xwe û êrîşî me hemûyan kir. Ev çi misilman dibe, çi Êzidî û çi jî Mesîhî êrîşî me hemûyan kir. Bi tevî baweriyên me yên cuda, em hemû cîranê hev bûn û jiyaneke me ya bextewar hebû. Her yek ji me li mala xwe bû û ti pirsgirêk di navbera me de nîn bû. Lê DAIŞ hat em hemû bêzar kirin. Dest avêtin me jinan û revandin, her kes qetil kirin. Çima wiha li me dikin, ma me çi ji wan kiribû. Wek mesîhî, me ti carî kes neêşandiye."

"BILA HEMÛ ASÛRÎ BIBIN YEK Û XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVIN"

Keça ciwan a bi navê Seydê jî nêrîn û daxwazên xwe bi van gotinan parve kir; "Em ji navçeya Başîqa ya bi ser Mûsilê ve koçberî vir bûne. Piştî ku DAIŞ êrîşî welatê me kir em neçarî koçberiyê bûn. Em niha gelek malbat bi hev re dijîn û êdî em fêrî hevdû bûne. Em hevdû fêm dikin û em bûn wek yek malbat. Lê helbet jiyana me ya li vir ne wek ya li Başîqa ye. Zext û êrîş pir çêbûn, bi taybet jî li ser me Mesîhiyan.

Tevî van êrîşên dijwar tişta herî zêde em bandor kirin, berxwedaniya jina Asûrî ya ku li Rojavayê Kurdistanê li Xabûrê li hember DAIŞ’ê nîşan dide ye. Bi rastî hêzek mezin da me. Fedekariya wê dayikê ji bo me hemiyan bû mînak da em bizanin çawa xwe li hember hovîtiya DAIŞ’ê biparêzin. Xwezî hemû jin wiha bin û bikaribin xwe li hember êrîşên DAIŞ’ê biparêzin. Ez ji tevahî jinên ku bi wêrekiyek mezin li dijî DAIŞ’ê çek radikin û di oxira welatê xwe de, xwe feda dikin hêzek mezin digrim. Ji ber wê ez daxwaz dikim ku hemû Asûrî destê xwe bidin hev û xwedî li rûmeta xwe û welatê xwe derbikevin."

Zarokên Asûrî jî bang li tevahî mirovahiyê kirin ku ji bo dawî li hovîtiya DAIŞ’ê bê anîn û bi vî rengî ew jî karibin lîstikên xwe li kolanên welatê xwe bi xeyalên paqij û ewle bidomînin.

...