Baskê şikestî yê Quling ji aliyê gerîla ve tê cebirandin

Bi hatina biharê re carek din quling ketin ser rê û berê xwe dan zozanan. Qulingekî bask şikestî yê ji refa xwe qut bû, ji aliyê gerîlaya doktor Canda Rojhilat ve tê dermankirin û xwedîkirin.

Bi hatina biharê re carek din quling ketin ser rê û berê xwe dan zozanan. Her sal di demsala payîzê de quling berê xwe didin deştan û cihê guncav ji xwe re dikin cih û war.  Bi hatina  biharê û di meha Nîsanê de careke din berê xwe didin cihê hênik û mizgîniya biharê didin mirovan. Ji ber ku teyir û tilûr beriya mirovan liv û tevgera xwezayê dişopînin û li gorê wê tevdigerin. Ev ji wan yek jî gulingê ku ji ber sedemê nayê zanîn ji refa xwe qut bibû  û bi bask şikestî bû.

Di demsala payizê de dema ku me şahidî ji firîna qulingan û refa dawî re kir dema xatir xwestina wan ji me bû, ew diçûn cihê ku jiyan lê germ e û hewa wê nerm e. Di bihara îsal de dema refa qulingan hatin di esmanan de weke nexşerêyeke balkêş li du xwe hiştibûn. Bi hatina biharê û hatina qulingan em kêfxweş bûn. Lê qulingekê ji refa xwe qut bibû û ketibû ber nexweşxaneya gerîla. 

DOKTOR CANDA QULING DERMAN KIR

Gerîlaya doktor Canda Rojhilat dema ku dît quling li gel nexweşxaneya wê ketiye, ew bi nazikbûnekê anî û derman kir. “Quling li gel nexweşxaneya me ketiye erdê nikare bifire, divê ku ez baskê wê baş bikim ku di nava çend rojan de karibe dîsa bifre.” Quling  bi awirên xwe yên tûj û bi mereqeke pir tijî li derûdora xwe mêze dikir û wek ku rewşa lê qewimiye hezim neke esaleteke nîşan dida. 

COTA QULINGAN NIKARIN BÊ HEV BIJÎN

Gerîla Medenî li ser taybetmendiyên qulingan nirxandin kir û wiha got: “Quling bi wefabûna xwe û girêdana cota xwe pir caran ji mirovan re dibin mînak. Zayendên ku herî bi hev ve girêdayî ne û dema di nav cota nêr û mê de mirin an seqetî çêdibe, ya bi tenê dimîne yan jî xwe dikuje û dawî li jiyana xwe tîne. Ji ber ku ew di her şertê xweza ya zehmet de bi hev re hevaltiyek xurt dikin û ev jî wek ajoyeke hundirîn yek bê yê  din nikare jiyana xwe bidomîne."

YÊ KU JI REFÊ XWE QUT DIBE, NAYÊ PEJIRANDIN

Gerîla Medenî dibêje; "Dema ku quling ji refa xwe qut dibe, piştî wî hevalên wê/ wî nahêlin ku carek dine ew biçe gel wan û napejirîn in. Ev jî rêzikê jiyana qulingan cara yekem me dibîhîst." Cara yekem bû ku min di jiyana xwe de quling didît, lewma min bi baldariyeke  pir mezin li quling mêze dikir. Mirov wiha hîs dikir ku quling ji ber ku ji refa xwe qut bibû xemgîniyeke mezin dijî. 

QULING NEKARÎ NÊÇIRA XWE BIKE, GERÎLA EW XWEDÎ KIR

Gerîlaya doktor Canda hem quling derman dikir û jê re zîro danî didayê, hem jî her roj baskê wê qontrol dikir, ka wê karibe bifire ya na. Di şertên asayî de tê gotin ku quling li derveyî nêçira xwe tiştek naxwin. Lê balkêşê ku ew zîroyê ku Canda ji quling re kom dikir quling ew hemû bi careke de dixwar.

Stranên Şakiro yên li ser quling û zozanê Serhedê dihat bîra me û ev dem dibû kêliyek ji zarokatiya me. Gerîlayên derûdora min hin şîrovên wan dewam bûn. Lê wê demê li ser esalet û bedewbûna quling hemû stran û awaz di mejiyê min de zindîdibûn û min dibirin ber cihana xeyalên min ya ku carek din ne gengaze bê jiyandin. 

...