Greva birçîbûnê ya Suryaniyan didome

Greva birçîbûnê ya ku bi armanca naskirina Qirkirina Seyfo ku ket sala 100'emîn, hatibû destpêkirin, di roja 2yemîn de berdewam dike.

Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Suryaniyan ve li navçeya Midyad a Mêrdînê duh bi armanca naskirina Qirkirina Seyfo ku ket sala 100'emîn, hatibû destpêkirin di roja 2'yemîn de berdewam dike. Sazî û rêxistinên herêmî çûn serdana greva birçîbûnê. Egîtîm-Sen, KCD, HDP, Şaredarê Berêyê Gercusê, Hevşaredarên Hezexê û gelek kes çûn serdana greva birçîbûnê.

Piştî heyeta Egîtîm-Senê hate serdana çalakiyê û daxwaza serketinê kir, bal kişandin ku divê Seyfo weke qirkirin bê naskirin. Di axaftinên hatin kirin de hate destnîşankirin ku Herêma Xweser a Gozarto (Rojava) ji bo jiyaneke bi hev re û biratiyê mînak e û diyar kir ku divê bê destekkirin û biratiya gelan bê avakirin.

Heyeta ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî hate serdana greva birçîbûnê û destek da çalakiyê. Nûnerên KCD’ê destnîşan kirin ku gelên Kurd Suryanî û gelên din bi hev re têdikoşin û detnîşan kirin ku ev têkoşîn dikare neheqiyên heta îro tên kirin rawestîne û dan zanîn divê Seyfo 1915 bi fermî weke qirkirin bê qebûlkirin.

Hevserokê berê yê Kercosê û heyeta pêre jî hatin serdan greva birçîbûnê û daxwaza serketinê kirin. Her wiha dan zanîn ku ew dixwazin roja 22’ê Nîsanê tevlî greva birçîbûnê bibin. Hevşaredarên navçeya Hezexa Şirnexê jî hatin serdana greva birçîbûnê. Hevşaredar Mehdî Aslan di axaftina xwe de bal kişand ser qirkirinê û xwest qirkirin bi awayekî fermî bê nasîn.

Her wiha, Dell Johnson ku papazê Dêra Ortodoksên Suryanî yên Amerîkayê ye, bi zimanî Suryanî dûa kir. Piştî dûayê daxwaza serketinê ji çalakgerên greva birçîbûnê re xwest û bibîr xist ku ji bo ew bikarin alîkariyê bikin piştî sed salan li welatê xwe Turabdîn vegeriyane.

Papaz Dell Johnson bal kişand ser qirkirin û kiryarên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê û êlekên greva birçîbûnê li xwe kir, destek da greva birçîbûnê.

Nûnerên HDP, DBP jî hatin serdana greva birçîbûnê. Di heyetê de namzedê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora jî hebû. Di axaftinên hatin kirin de hate xwestin qirkirin bi awayekî fermî bê naskirin û divê êdî ji komkujiyan re êdî bêjin bes e. Her wiha hate xwestin Komara Tirkiye Seyfo 1915 weke qirkirin qebûl bike û ji bo bîranîna qirkirinê peykerên bîrdarî li qadan deynin.

Berpirsa Navenda Çandê ya Suryaniyan Aynur Ozgun jî axivî û da zanîn ku ji bo gelê Suryanî weke gel bên qebûlkirin û Seyfo weke qirkirinê were naskirin, têdikoşin.

Piştî axaftinan dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî biratiya gelan” qêriyan û li çepik û fitikan xistin.