Artêşa Tirk tevgera xwe ya leşkerî zêde kir

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî herêmên gerîlayan didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike û diyar kir ku di 16'ê Nîsanê saet di navbera 13:00 - 14:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk li qada Avaşîn geriyane. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev tevgerên hewayî li herêmên me yên gerîlayan zêde dibin û didomin."

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Di 16'ê Nîsanê saet di navbera 13:00 - 15:30 de li Heftanînê, saet di navbera 13:30-15:00, 20:00-20:30 û 17'ê Nîsanê saet di navbera 02:00-02:30 û 04:00-04:30 de li herêma Zapê tevgera zêde ya balafirên şer hatiye tespîtkirin.

Di 16'ê Nîsanê saet di navbera 05:00-12:00 de, li Alaya Topvaniyê ya Gulyazi ya li qada Heftanînê, ku di bin kontrola artêşa Tirk de ye, tevgera zêde ya helîkopterên bi tîpa Skorsky hatiye tespîtkirin.

Ji sibeha 15'ê Nîsanê heta sibeha 17'ê Nîsanê, li herêm Besta ya Botanê û di 17'ê Nîsanê saet di 00:00-04:00 de jî li herêma Zapê, bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.

Di 16'ê Nîsanê saet di 17:30 de ji Qereqola Êrîş a li herêma Zapê ya di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, bi tankan derdor hatiye bombekirin.

Di 16'ê Nîsanê saet di 08:00 de ji bo navçeya Amed Liceyê 100 maşînên zirxî û sewqiyata leşkerî hatiye kirin. Wekî din veguhastina leşkerî ya artêşa Tirk li navçeya Amed Qarazê jî hatiye tespîtkirin.

Di sibeha 16'ê Nîsanê de artêşa TC a dagirker, li hemberî Girê Îlon ê li qada Şehîd Kawa ya herêma Şehîd Kendal a li navçeya Amed Liceyê operasyon lidar xistiye, lê bêyî encamekê bi dest bixîne, operasyon bi dawî bûye."