Li sêgoşeya Lîce, Karaz û Hêne tevgera leşkerî

Li bejahiya navçeyên Lîce, Karaz û Hêne yên Amedê tevgera leşkerî û tevgera keşfa balafirên bê mirov pêk tê.

 Li bejahiya navçeyên Lîce, Karaz û Hêne yên Amedê tevgera leşkerî û tevgera keşfa balafirên bê mirov pêk tê.

Li navçeya Lîcê, Karaz û Hêne yên Amedê tevgera leşkerî pêk tên. Li gorî çavkaniyên herêmê ji Qereqol Cendirmeyan a Duru, Qereqola Cendirmeyan a Tepe û Qereqola Cendirmeyan a Kayacikê ya Lîceyê re leşker tên sewqkirin û hate zanîn ku 3 rojin tevgera balafirên bêmirov pêk tên. Dîsa li ser riyên navçeyê şevê leşker kemînan dide û di nav rojê de jî kontrolên wesayîtan tên kirin.

Hate ragihandin ku li navçeya Karazê jî sewqiyata leşkerî pêk tê. Hate hînbûn ku li herêma Deşa Fîs û Pira Guçlu yên li ser riya Amed û Çewlîkê wesayîtên leşkerî yên zirxî dewriyeyê digerin. Çavkaniyên herêmê gotin îxtîmala operasyonekî leşkerî heye û ji provokayonê ditirsin.

Hate gotin ku li navçeya Hêneyê jî tevgera leşkerî pêk tên.