Li taxa Xirîstiyanan a Hewlêrê teqîn
Li taxa Enkawa ya Hewlêrê ku piraniya şêniya wê Xrîstiyan in teqînek pêk hat.
Li taxa Enkawa ya Hewlêrê ku piraniya şêniya wê Xrîstiyan in teqînek pêk hat.
Li taxa Enkawa ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku piraniya şêniya wê Xrîstiyan in, teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyan teqîn saet derdora 17:45 li ber konsolosgeha DYA ya Hewlêrê û navenda polîsên navçeya Enkawayê pêk hat. Hêzên ewlekariyê tedbîrên ewlekariyê girtin. Nayê zanîn teqîne xwekujî yan na.
Hêzên ewlekariyê nahêlin çapemenî nêzî bûyerê bibin. Li gorî agahiyan dengê çekan ji cihê bûyerê tên.
Derbarê hejmara kuştî an jî birîndaran de tu agahî nehatine bidestxistin.