Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê anîn Riha

Cenazeyên şervana YPJ’ê Şerîfe Baran (Stêrk Hekkarî) û şervanê YPG’ê Mustafa Çîftçî (Şerzan Botan) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan anîn Riha.

Cenazeyên şervana YPJ’ê Şerîfe Baran (Stêrk Hekkarî) û şervanê YPG’ê Mustafa Çîftçî (Şerzan Botan) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan anîn Riha.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mustafa Çîftçî ê li Bedlîsê hatiye dinyayê û 10’ê Cotmeha 2014’an di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê şervana YPJ’ê Şerîfe Baran a ji Amedê û 4’ê Sibata 2015’an jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatan û rayedarên MEYADER ve ji rayedarên Kantonê hatin wergirtin. Cenaze paşê anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.

Piştî kar û barên li vir cenazeyên Çîftçî û Baran ji aliyê sedan welatiyan bi dirûşmên, "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" ber bi Saziya Tiba Edlî ya Riha ye hat oxirkirin.

Piştî otopsiyê wê cenazeyê şervanê YPG’ê Mustafa Çîftçî ber bi Bedlîsê, cenazeyê şervana YPJ’ê Şerîfe Baran ber bi Amedê ve bê şandin.