Hewldanên dewletê yên ji bo provokasyonê dewam dikin
Li Geverê, hewldanên hêzên dewletê yên ji bo provokasyonê ev 4 roj in bê navber dewam dikin. Polîsên ku danê êvarê dor li taxan girtin, gule û bombeyên gazê li derdorê reşandin.

Polîsan derengiya şevê bi dehan wesayîtên zirxî dor li taxên Qişla, Orman, Cumhuriyet û Gungorê girtin û ji ber gule û bombeyên gazê li derdorê reşandin, pevçûn derket. Endamên YDG-H'ê ji bo welatiyan ji terora polîsan biparêzin li taxan bendan datînin. Polîsan li taxa Cumhuriyetê wesayîta li ber malekê gulebaran kirin. Ji ber ku kesek di wesayîtê de nebûn tiştek bi kesî nehat û xwediyê wesayîtê li dozgeriyê gilî kir.
BOMBEYÊN GAZÊ AVÊTIN NAVA MIZGEFTÊ
Tîmên taybet ên malên welatiyan gulebaran dikin li taxa Qişla bi bombeyên gazê êrîşî Mizgefta Navendî ya Qişlayê kirin. Polîsan paceya mizgeftê ya jêr şikandin û bombeyên gazê avêtin. Ji ber bombeyên gazê mizgeft hat asta neyê bikaranîn.
Dîsa trafoya ceyranê ya li duryana Kanîheyder û rêya Şemzînan ji ber gulebarana polîsan teqiya. Welatiyê bi navê Hasan Bartin têkildarî mijarê got: "Şevê din heta serê sibehê polîsan bi wesayîtên zirxî raste rast bombeyên gazê û guleyên rstî derdor gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de gelek gule li malan ketin û trafoya ceyranê jî ji vê yekê para xwe girt. Welatiyên tax bê ceyran hiştin."
Li ser daxwaza Meclîsa Taxa Zagrosê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê, HDP, DBP û KCD'ê li taxan lêkolîn kirin. Endamê KCD'ê Abîdîn Enîş diyar kir ku dibe ku li navçeyê windahî çêbibin û wiha got: "Êdî êrîşên polîsan hatine asta canê welatiyan bistînin. Ti kes li mala xwe di ewlehiyê de nîn e. Qeymeqam li şûna daxuyaniyên dijber bide bila bê li cihê bûyerê lêkolînan bike. Êdî ti ewlehiya welatiyan li malan jî nîn e."
Di dema heyetê lêkolîn dikir dîsa polîsan bi wesayîtên zirxî yên ber bi Şemzînan ve diçûn bombeyên gazê avêkirin û rêya xwe berdewam kirin."