Tevgera hewayî ya artêşa Tirk zêde bû

Tevgera hewayî û kemînên artêşa Tirk ên li qadên gerîla roj bi roj zêde dibin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê tevgera artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de li ser tevgera hewayî û kemînên artêşa Tirk de ev agahî hatin dayîn:

"Di 17'ê Nîsanê saet di navbera 15:30 - 18:40 de li qadên Evdilkovî û Geliyê Reş ên herêma Xakurkê, artêşa TC a dagirker bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif kir. Wekî din di navbera saet 17:30 û 02:30 a 18'ê Nîsanê de, tevgera keşfê li Şemzînan û herêma Gerdiya dewam kiriye. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde dibin. Li gorî vê yekê:

Ji 17'ê Nîsanê saet 17:00 heta danê nîvro yê 18'ê Nîsanê li qada Oremar a navçeya Colemêrg Geverê, di 17'ê Nîsanê saet di navbera 11:30 - 16:30 de li herêma Heftanînê, heman rojê saet di navbera 13:30 - 22:00 de li herêma Metîna, saet di navbera 14:30 - 16:30 û 22:00 - 23:00 de li herêma Zapê û xeta sînor, saet di navbera 20:00 - 00:00 û 18'ê Nîsanê saet di navbera 06:00 - 12:00 de li herêma Avaşîn (Şukê-Basya), di 17'ê Nîsanê saet di navbera 13:30 - 14:30 li Kato Jîrka ya Botanê, saet di navbera 11:00 - 16:00 de li qada Nodize ya Wanê, ji saet 07:00 heta danê nîvro li qadên Şehîd Brûsk, Şehîd Serxwebûn, Apê Mûsa yên Amedê û ev 2 roj in li qadên Bagir, Kizil Mecît û Namet ên Erzîromê, tevgera pêgerên keşfê yên hatin tespîtkirin.

Di 17'ê Nîsanê saet di navbera 14:00 - 15:00 de li qada Avaşîn, saet di navbera 14:30 - 15:30 de li qada Metîna, saet di navbera 14:30 -15:00 de li qadên Cîloyê Biçûk û Ertûş ên herêma Zapê, saet di navbera 13:30 - 14:30 de li qada Kato Jîrka a Botanê balafirên şer tev geriyane.

Di 17'ê Nîsanê saet di navbera 21:00 - 22:00 de li xeta sînor a herêma Metînayê, ji qereqolên Aşût û Serbesta yên di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ne, veguhastina maşînên zirxî ber bi gundê Aşûtê ve hatiye kirin û ji her du qereqolan tevgereke zêde ya helîkopterên Skorsky hatine tespîtkirin.

Ji 10'ê Nîsanê û pê ve cerdevanên gundê Mila Kêri yê Şirnexê, li qada Pira Rîsor a Bestanê kemînan datînin.

Artêşa TC a dagirker ev  roj in li navçeyên Amed Hênê û Qarazê leşkeran dicivîne û li vê herêmê operasyonan lidar dixe, kemînan datîne.

Ji 16'ê Nîsanê û pê ve cerdevanên gundên Boşatê, Bakuzê û Sêdeqnê tevî tîmên taybet li ser rêya bendava Farqînê û derdora wê kemînan datînin."