Suryanî di salvegera 100. a Komkujiya Seyfo de li Înwardo dicivin
Li gundê Înwardo, ku ji bo Suryaniyên li navçeya Mêrdîn Mîdyatê dijîn cihekî pîroz e, wê ji bo Suryaniyên di êrîşa artêşa Osmanî de hatin qetilkirin 'Bîranîna Seyfo' were lidarxistin.
Li gundê Înwardo, ku ji bo Suryaniyên li navçeya Mêrdîn Mîdyatê dijîn cihekî pîroz e, wê ji bo Suryaniyên di êrîşa artêşa Osmanî de hatin qetilkirin 'Bîranîna Seyfo' were lidarxistin.
Li gundê Înwardo, ku ji bo Suryaniyên li navçeya Mêrdîn Mîdyatê dijîn cihekî pîroz e, wê ji bo Suryaniyên di êrîşa artêşa Osmanî de hatin qetilkirin 'Bîranîna Seyfo' were lidarxistin. Endamê Komîteya Seyfo Samî Akyol diyar kir ku komkujiyên ev sed sal in ew lê rast tên dewam dikin û destnîşan kir ku ew ê cih û warên xwe neterikînin. Akyol da xuyakirin ku ew li benda lêborîna dewleta Tirk in.
Tirs û dilnerehetiya di nava civaka Suryanî de li Rojhilata Navîn li gelek komkujiyan rast hatiye, heta roja îro dewam dike. Li gundê Înwardo ku li dijî êrîşên Hêzên Hamîdiye 65 rojan li ber xwe da, wê bîranîna 'Seyfo' ya tê wateya 'şûr' bê organîzekirin.
YÊN KOÇ KIRINE WÊ BEŞDAR BIBIN
Gundê Înwardo yê Mîdyatê ku li herêma Tûrabîn a ji Çiyayê Kirayê heta Çiyayê Bagokê zêdeyî 500 salan li komkujiyan rast hat, di dema Komkujiya Ermeniyan a 1915'an de li dijî artêşa Osmanî berxwedaneke mezin nîşan da û bi vî rengî navê xwe da bihîstin. Ji ber 100. salvegera Komkujiyên Ermenî û Suryaniyan, Suryaniyên li Mîdyatê dijîn wê di 24'ê Nîsanê de bi organîzasyona Komîteya Seyfo çalakiya bîranînê lidar bixin. Di bîranîna li gundê Înwardo de wê Suryaniyên koçî Sûriye, Ewropa û Amerîkayê kirine, amade bin.
AKYOL: DIVÊ DEWLETA TIRK LÊBORÎNÊ BIXWAZE
Endamê Komîteya Seyfo Samî Akyol li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku komkujiyên ev sed sal in civaka Suryanî lê rast tên, dewam dikin. Akyol ragihand ku ew ê dewleta Tirkiyeyê dawetî lêborînê bikin û ev xal destnîşan kir:
"Civaka Suryanî, li hemberî êrîşan li çar aliyên Dêra Mor Hadbşabo kale û birc lê kir, bi vî rengî xwe ji êrîşan parast. Gundê dîrokî yê 7 hezar salî, ku bi kevirên bazalt ên spî yên herêma Mêrdînê hatiye çêkirin, ji bo Suryaniyan weke 'kelaya rizgariyê' tê zanîn. Zilma hat kirin ji pirtûkên bîranîn-romanan re bû mijar. Li gundê xwedî paşeroja hezaran salî, em miriyên li dêrê hatine veşartin ziyaret dikin. Fîşekên li aliyê derve yê dêrê û li hewşa wê ketin, hînê di dîwêr de ne. Em ê nîşan bidin ku me komkujî ji bîr nekirine û di bîranîna 'Seyfo' de em ê ji Tirkiyeyê bixwazin ku lêborînê bixwaze. Bi munasebeta 100. salvegera vê komkujiyê, Suryaniyên ji ber komkujiyê neçar mane koçî Sûriye, Ewropa û Amerîka bikin, wê li Înwardo bicivin. Her çend di ser komkujiyê re sed sal derbas bû bin jî, em ê diyar bikin ku şîna civaka Suryaniyan neqediya ye û divê lêborîn bê xwestin. Pêwîste êdî tevahiya cîhan qebûl bike ku em yek ji gelên qedîm ê vê erdnîgariyê ne."
Akyol da zanîn ku civaka Suryanî di tevahiya rêveçûna dîrokê de zerar nedaye kesî, qewmeke ku hemû bawerî, çand, ziman hembêz kiriye û got, "Lê belê îro jî li pêş çavê tevahiya cîhanê DAIŞ bi ser civaka Suryaniyan ve xwînê verdişe. Li Sûriye û Iraqê bi hezaran Suryanî hatin qetilkirin, bi awayekî dîlgirtî di nava lepên DAIŞ'ê de ne. Em pîşekarên vî erdî ne. Bi pîşeyê re me ti qewm li derveyî xwe nehişt, me her kes wekhev dît, cihêkarî nekir."
ERGUN: OSMANIYAN GULE LI CIVAKA ME REŞANDIN
Rûhaniyê Dêrên Mîdyatê Îhsak Ergun jî anî ziman ku wan zilma Dewleta Osmanî li Suryaniyan kiriye ji bîr nekirine û ragihand, ku civaka Suryanî bi hezaran salan bi gelê herêmê re xwedî hiqûqa biratiyê ye, lê belê hînê jî li komkujiyan rast tê. Ergun da zanîn ku gelê bi bingeh ê Mezopotamyayê Suryanî ji bo karibe hebûna xwe dewam bike berdêlên mezin daye û got, "Dêra Mor Hadbşo xwedî paşerojeke 1600 salî ye. Ji ber zextan weke kelayekê hatiye çêkirin. Lê belê tevî hemû xweşbîniya me jî, ji ber bawerî û nîjadê me mixabin em timî li komkujiyan rast hatin. Suryaniyên ku tevî zilma pênc sed salan bi kîn nêzî kesî nabin û bi biratî dijîn, bi dîtina min gelekî pîroz ê Mezopotamyayê ye. Ji ber ku di tevahiya herikîna dîrokê de me zerar nedane kesî. Dîrok jî vê dibêje. Osmaniyan komkujî li me kirin, dawiya Osmanî jî hat. Guleyên li zarok, jin, extiyarên xwe li dêrê girtibûn, hînê di dîwêr de ne. Em bi zanebûn dest nadin wan fîşekan. Ji ber ku ji ber ziman û baweriya vî gelî, Osmaniyan gule li vê civakê reşandiye."
Ergun diyar kir ku tevî êşa kişandine jî ew rojiya vejînê digirin, ji bo aştiyê dua dikin û got, "Rojiya me wê heta 20'ê Nîsanê dewam bike. Nêzî 2 hezar sal in em cenazeyên xwe yên di nava Dêrê û li hewşa wê de ne, ziyaret dikin. Bi qasî ku me nekarîbû miriyên xwe jî li goristanê veşêrin, zext û zilm li me hat kirin. Niha em rojiya Paskalya ku em jê re dibêjin rojiya vejînê, digirin. Di nava 50 rojî de ti xwarin û vexwarina ji heywanan em naxwin, venaxwin."
BERDAVÛ: ÎNWARDO KELEHA RIZGARIYÊ YE
Romana bi zimanê Suryanî ya bi navê 'Înwardo' ji aliyê nivîskar Halef Berdavût ê ji heman gundî ve hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de tê gotin ku Dêr di sedsala 4'an de hatiye çêkirin, li gundê Înwardo yê ku ji aliyê Suryaniyên li herêmê ve weke cihê rizgariyê tê zanîn, bi sedan salan têkoşîna parastina hebûnê hatiye meşandin. Suryaniyên Înwardo, di sala 1915'an de li dijî polîtîkayên Dewleta Osmanî yên tehcîrkirina bawerî û zimanên cuda, Avahiya Hikûmetê ya Mîdyatê dagir kiribûn û xebatên wê sekinandibûn. Ji ber vê yekê jî gundê Înwardo weke gundekî 'berxwedêr' ê li dijî zilmê, tê naskirin.
Berdavût anî ziman ku Suryanî ji ber berxwedana xwe ya li hemberî Dewleta Osmanî hebûna xwe parastine û got, "Înwardo, piştî Qirkirina Ermeniyan ji bo Suryaniyan veguherî keleha rizgariyê. Dewleta Osmanî di dema êrîşên li hemberî Ermeniyan de xwest Suryaniyan jî tine bike, lê belê 20 hezar Suryaniyên xwe li Dêra Mor Hadbşabo girtin, li keleha li çar aliyên dêrê parastina xwe ya cewherî kirin. Hêzên Hamîdiye yên Osmanî ku nekarî gund bi dest bixin, neçar mabûn xwe vekişînin. Dûre alimê olî yê Misilman ê ku wezîfeya qasidê aştiyê didît Şêx Havzûllah got, 'Yê ku xeyrî-muslimek kuştibe, mirovahî kuştiye' û piştre Suryaniyan çekên xwe teslîmî Osmaniyan kirin û Osmanî jî vekişiyan. Lê belê Suryaniyên ku 65 rojan li hemberî Dewleta Osmanî li ber xwe dan, piştî muzakereyê jî dema ji bo bazirganiyê ji gund derdiketin, bêyî dayîna windahiyan venedigeriyan. Eger îro jî miriyên me hînê li dêrê tê veşartin, divê were qebûlkirin ku ev yek ne rewşeke ji rêzê ye."
AKAY: EM Ê LI VÊ XAKÊ BIMÎNIN
Yûhanna Akay da xuyakirin ku gundê Înwardo yê li ser sê giran, ji ber ku bi xemla xwe xweş xuya dike, navê wê tê wateya 'Gula Çavan' û da zanîn ku gund jiyangeheke xwedî paşeroja 7 hezar salî ye. Akay got, "Eger berxwedana Înwardo ya sala 1915'an û beriya wê li hemberî Dewleta Osmanî nebûya, îro şensê jiyanê yê ti ji me nedima. Piştî ewqas zext û zilmê, gelê vî gundê qedîm ê 7 hezar salî, ji bilî revê ti çareyek nedît. Pîşekarên herêmê ew pîşekar bûn ku dikarîbûn bersivê bidin hemû pêwîstiyên civakeke hemdem, lê belê ew pîşekar neçar man yek bi yek xaka Mezopotamyayê biterikînin. Weke yên xaka xwe ti carî neterikandine, ji niha û pê ve jî ji bo parastina hebûna xwe, heta ji me bê em ê li ser xaka xwe bin. Ji ber ku Suryanî dewlemendiya vê erdnîgarê ne."
MECLÎSA GEL: DIVÊ HEMÛ MEKANÎZMA WERIN BIKARANÎN
Meclîsa Gelê Suryanî ya Demokratîk a Bethnahrîn bal kişand ser Komkujiya Seyfo û got, "Di şerê Rojhilata Navîn de, ku gelê me jî bûye parçeyek ji wê, ji bo bûyer û qewimînên li Deşta Nînve û herêma Gozarto-Xabûrê werin sekinandin, wezîfe dikeve ser milê hemû beşên civaka me. Divê gelê me vê baş zanibe ku em hebûna xwe ancax dikarin li ser xaka xwe biparêzin. Ji bo hebûna gelê me ya li ser xaka me, hemû gelê me yê li dîasporayê, sazî û dêrên me divê bi xebatên siyasî û dîplomasiyê re hemû mekanîzmayan bixin nava tevgerê, ku careke din 'Seyfo' rû nedin.