NÛ BÛ

Li Hewlêrê teqîn: Birîndar hene- HAT NÛKIRIN

Li taxa Enkawa ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku piraniya şêniya wê Xrîstiyan in, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku du endamên hêzên ewlekariyê û du kesên sivîl birîndar bûne.

Li taxa Enkawa ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku piraniya şêniya wê Xirîstiyan in, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku du endamên hêzên ewlekariyê û du kesên sivîl birîndar bûne. Tê diyarkirin ku hin kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn saet derdora 17:45  li ber avahiyeke ku nû dihate çêkirin û nêzî konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ye, pêk hat. Ji ber ku hêzên ewlekariyê nahêlin çapemenî nêzîkê cihê bûyerê bibe, hejmara kuştî an jî birîndaran nehatiye zelalkirin. Hat ragihandin ku teqîn di encama teqandina wesayîteke bi markaya Hyndai Sonata bombe lê barkirî de pêk hatiye. Hin çavkaniyan jî dan zanîn ku teqîn xwekujî ye û di kafeteryayek de pêk hatiye.

Li gorî agahiyên rayedarên ewlekariyê dane, di teqînê de du kesên sivîl û du encamên hêzên ewlekariyê bi giştî du kes birîndar bûn.

Piştî teqînê bi qasî çend deqeyan ji cihê bûyerê dengê çekan bilind bûn. Hêzên  ewlekariyê hemû têketin û derketina derdora navçeya Enkawa girtin.