Şervana YPJ’ê Baran bi dirûşman hat defnkirin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şerîfe Baran (Stêrk Hekarî) a 4'ê Sibatê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hate definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şerîfe Baran (Stêrk Hekarî) a 4'ê Sibatê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hate definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şerîfe Baran (Stêrk Hekarî) a 4'ê Sibatê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hate definkirin. Hate zanîn ku cenazeyê Baran li ser wesiyeta wê anîn Amedê û bi tililî û dirûşman hat definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şerîfe Baran (Stêrk Hekarî) a 4'ê Sibatê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hate definkirin. Hate zanîn ku cenazeyê Baran li ser wasiyeta wê anîn Amedê û bi tililî û dirûşman hat definkirin. Cenazeyê Baran duh ji aliyê malbatê ve ji Rihayê hat wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê Baran di ketina Amedê de ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û birin morga Yenîkoyê. Cenazeya Baran serê sibê ji aliyê welatiyan ve ji morgê hat wergirtin û birin Mizgefta Goristana Yenîkoyê. Cenazeyê Baran piştî wecîbeyên olî bi alên kesk, sor û zer hate pêçandin û ji aliyê jinan ve li ser milan ber bi goristanê ve birin. Di meşê de wêneyên Baran hatin hilgirtin, dirûşmên, "Şehîd namirin", "Qatil DAİŞ hevkar AKP", "Kurdistan wê ji bo DAİŞ'ê bibe goristan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Rêya me Bêrîtan, Serokê me Ocalan" hatin berzkirin. Rexistinên HDP/DBP'ê, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, MEYA-DER, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar, hevşaredarên navçeyan, Namzeta HDP'ê ya Amedê Çagla Demîrel û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Baran li goristanê bi ala kesk, sor û zer hate definkirin. Piştî karên definkirinê xilas bûn sruda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û rêzgirtin pêk hat.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'ê yê Amedê Mehmet Yaşar axivî û sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek anî ziman ku dîsa hevalên xwe defin dikin û wiha got: "Em hevala xwe Baran defin dikin. Em ê her tim wan bibîr bînin."
Li ser navê malbatê jî dayika şervana YPJ'ê Baran Tolê Baran axivi û diyar kir ku êdî ew dayikeke şehîdan e û wiha got: "Min şehîd da gelê Kurdîstanê. Serê gelê Kurd sax be. Deriyê bihuştê jî tê re û hevalên tê re her tim vekîrî be. Xwedî heqê te û hevalên tê ji wan çeteyên DAIŞ'ê re nehêle. Şehîd namirin"
Ji ber ku berê ji bo Şervana YPJ'ê Baran sersaxî hatibûn qebûlkirin careke din sersaxî nehat danîn û li ser vê yekê girse piştî axaftinan ji bo tevlî mitînga "Rojbûna pîroz" ber bi Qada Newrozê ve çû.