Nasnameya 9 şervanên azadiyê hat aşkerakirin
Nasnameya 9 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hat aşkerakirin.
Nasnameya 9 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hat aşkerakirin.
Nasnameya 9 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hat aşkerakirin.
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê mijarê da daxuyaniyek da û nasnameya cangoriyên azadiyê aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di berxwedaniya ku yekîneyên me li dijî çeteyan li kantona Kobanê û Cizîrê didin nîşandan de 9 rêhevalên me bi îradeyeke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê.
9 rêhevalên me yên berxwedêr dan îspatkirin ku ti êrîş wê nikaribin li hemberî îradeya azad li ber xwe bide.
Di şexsê 9 têkoşerên azadiyê de em tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li hemberî giyana wan ditewînin. Careke din em ji tevahî gelê Kurd û malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameyên cangoriyan wiha ne:
Hawrî Awad ê bi nasnav Zagros Agirî, li Germiyan ji dayik bûye. 09-03-2015 li Serêkaniyê–Gundê Til Xenzîr jiyana xwe ji dest da.
Pîr Egîd, 25-10-2014’an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Hesen Şivan, 9-11-2014’an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Adil Bilîkî, 25-2-2015’an li Kobanê gundê Çelebî jiyana xwe ji dest da.
Ehmed Mihemed ê bi nasnav Agrî Warşîn li Hesekê ji dayik bûye. 23-2-2015’an li Til Temir-Gundê Xêbiş jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Husên ê bi nasnav Berxwedan Îbrahîm li Til Temir ji dayik bûye. 23-2-2015’an li Til Temir-Gundê Xêbiş jiyana xwe ji dest da.
Mustefa Yunis ê bi nasnav Cûdî Cesûr li Til Temir ji dayik bûye. 23-2-2015’an li Til Temir-Gundê Xêbiş jiyana xwe ji dest da.
Mahîr Îbrahîm ê bi nasnav Kawa Bakur li Til Temir ji dayik bûye. 23-2-2015’an li Til Temir-Gundê Xêbiş jiyana xwe ji dest da.
Mizgîn Hemîd Ferhan ê bi nasnav Eşref Til Temir li Til Temir ji dayik bûye. 23-2-2015’an li Til Temir-Gundê Xêbiş jiyana xwe ji dest da.