YPG: Li Kobanê û Til Hemîsê 19 çete hatin kuştin
Di encama operasyon û çalakiyên YPG/YPJ'ê yên li derdora Kantona Kobanê û başûrê Til Hemîsê de herî kêm 19 çete hatin kuştin, çeteyek jî bi saxî hat zevtkirin.
Di encama operasyon û çalakiyên YPG/YPJ'ê yên li derdora Kantona Kobanê û başûrê Til Hemîsê de herî kêm 19 çete hatin kuştin, çeteyek jî bi saxî hat zevtkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, der barê operasyon û pevçûnên roja 215. a berxwedana Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
GUNDÊ ERNÊ HAT AZADKIRIN: 2 ÇETE HATIN KUŞTIN, ÇETEYEK BI SAXÎ HAT ZEVTKIRIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh li başûrê Kobanê, li herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de operasyoneke nû lidar xistin û hat gotin, "Gundê Ernê ku di operasyonê de hatibû hedef girtin bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Di pevçûnên li gund û derdora wê de bi qasî hatiye zelalkirin 2 endamên çete hatin kuştin. Dîsa hêzên me di gund de endamekî çete yê bi navê Mistefa Fetîh El Ûbeyd (1992 Reqqa) bi saxî girtin."
LI GOKTEPE PEVÇÛNÊN DIJWAR: 11 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê da xuyakirin, ku komên çete duh bi şev êrîşî gundê Goktepe yê li başûrrojhilatê Kobanê kirine û di pevçûnên dijwar ên li vî gundî de, çeteyan xwestin bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin. Navendê got, "Lê hêzên me ew wesaîte bombebarkirî di nava çeteyan de rûxandin. Piştî pevçûnên dijwar êrîşê çeteyan hatin şikandin û qasî hat zelalkirin 11 endamên çete hatin kuştin.
Hêzên me li vê qadê tevî 10 termên çeteyan wesaîtek zirxî, 7 kleş û 56 şerjora kleşan, 2 roketavêja B7, 2 BKC û 2 zincîrên BKC û 6 bêtelên çeteyan.
Rêhevalekî me ku ji bo şikandina êrîşan fedakariyek mezin nîşan da, bi lehengî şer kir û gihişt şehadetê."
LI GUNDÊ XANÊ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî çeteyên li nêzî gundê Xanê çalakiyek pêk anîn û hat destnîşankirin ku di encama vê çalakiyê de wesayîteke çeteyan tevî doçkaya li ser hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin.
LI BAŞÛRÊ TIL HEMÎSÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku duh bi şev çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî gundê Xîzêla yê 23 km li başûrê Til Hemîsê de bikin û hat gotin, "Hêzên me ji bo êrîşê çeteyan vala derbixin êrîşekî dij lidarxistin. Piştî pevçûnên 2 noqteyên cûda de 2 seat ajot, çeteyan neçar man ji qadê birevin. Li vê qasî hat zelal kirin herî kêm 4 endamên çete hatin kuştin."