Gundê Paşacik ê Dêrsimê di têkoşîna hawirdorê de bi biryar e

Li gundê Paşacik ê navçeya Çemîşgezek a Dêrsimê gundiyan bertek nîşanî çêkirina gola avê ya hewl tê dayîn bê çêkirin, dan.

Li gundê Paşacik ê navçeya Çemîşgezek a Dêrsimê gundiyan bertek nîşanî çêkirina gola avê ya hewl tê dayîn bê çêkirin, dan û gotin: “Gola avê ji bo çandiniyê tê çêkirin, bi çêkirina golê re hemû erdên me yên çandiniyê di bin avê de dimînin. Hewcedarî bi vê tine, em ava xwe ji hawuzên xwe digirin.”

Kumeş Hakî da zanîn ku polîtîkayên, înkar, îmha û asîmîlasyonê yên di qirkirina 38’an Dêrsimê de pêk hatine  îro bi çêkirina golan didome û got ku ew naxwazin gola avê bê çêkirin, wê bi golê re gundê wan bê tinekirin.

Ji gundiyan Yeter Sarikaya jî got: “Em naxwazin li gundê me gol bê çêkirin. Me ji kesî tiştek wisa nexwest. Bi çêkirina golê re wê rez û baxçeyên me di bin avê de bimînin. Em vê golê çi bikin, ka hûn bêjin.”

HILWEŞÎNEKE  EKOLOJÎK E

Şêniyê gund ê ciwan Azîz Karaca jî  got ku çêkirina gola avdanê hilweşîneke ekolojîk e û wiha got: “Bi gola avdanê re qada kesk a gundê Paşacik, erdên çandiniyê wê hemû bi gola avdanê re tine bibe.

Ji ber vê em li dij gola avdanê ne. Her wiha bi kêmbûna ava çem re wê gola avê biguhere, çopê. Em vê neheqiya li gundê me hatiye kirin qebûl nakin.”

EM DIXWAZIN LI GUNDÊN XWE BIJÎN

Karaca da zanîn ku li aliyekî projeyên vegera gundan tê kirin û li aliyê din jî bi golên avdanê ne vegerê, derketinê pêk tînin. Gelê me debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dike.”

EM NE GOLA AVÊ, AŞTIYÊ DIXWAZIN

Şêniyên gundê Paşacikê di civîna namzetên HDP’ê de diyar kirin ku ew gola avê naxwazin. Gundiyan wiha got: “Em li gundê xwe bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibin. Ev gol wê rê li ber bêkarî û  valakirina gundan veke. Bi pêvajoya aştiyê re em vegeriyan gundê xwe lê em niha naxwazin vala bikin. Em ne golê, aştiyê dixwazin. Em ji bo cotkaran siberojên azad dixwazin.”

 

...