Pêşmergeyan gundê Uzêriye ji çeteyan paqij kirin
Pêşmerge û hêzên Antî-Terorê gundê Uzêriyê yê girêdayî Daqûq ê Kerkuk, kirin bin kontrola xwe û ber bi gundê Etşan ve diçin. Şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe dewam dikin.

Ji bo azadkirina herêmên li başûrê Kerkukê, danê vê sibehê pêşmergeyên girêdayî herêma Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dan destpêkir. Alîkarê Berpirsyarê Asayîşa Giştî ya Germiyan Hejar Xelîl û du parêzvanên wî ku jiyana xwe ji dest dan, hêzên pêşmergeyan gundê Uzêriyê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Hêzên pêşmergeyan ber bi gundê Etşan û derdora ve pêşde diçin.
Li gor agahiyên ji herêmê tên, beşek mezin ji çeteyên li gundê Etşan reviyane, di demeke kurt de wê hêzên pêşmerge û Antî-Terorê gund bixin bin kontrola xwe.