Leşkeran destûr nedan gel biçe herêma şer

Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Tendurekê ku dewam dike, leşkerên Tirk destûr nedan koma di nav de Hevserokê Rêxistina Agirî Sabrî Tayfûr jî heye biçe herêmê.

Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Tendurekê ku dewam dike, leşkerên Tirk destûr nedan koma di nav de Hevserokê Rêxistina Agirî Sabrî Tayfûr jî heye biçe herêmê.

Operasyona leşkerî ya li qûntarên Çiyayê Tendurekê yê girêdayî navçeya Giyadîn a Agirî ku didome, hat îdîakirin li herêma şer sivîl hene. Piştî şer hat bihîstin, heyeta ji parêzer, nûnerên saziyên civaka sivîl, hevşaredarên Giyadîn, hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr, çû gundê Kurtika ê girêdayî navçeyê. Heyeta bi fermandarekî re hevdîtin pêk anîn, paşê ji bo leşkerên birîndar bîbin xwest biçe cihê şer. Lê fermandar diyar kir heta destûra Walî nîn be wê heyet nikaribe biçe. Li ser vê yekê Hevserokê Rêxistina Agirî ya HDP’ê Sabrî Tayfur ku bi Waliyê Agiriyê re bi rêya teefonê hevdîtin pêk anî ti encam derneket.

Tayfûr, got ku Walî destûr nade biçin herêmê û wiha dewam kir: Li vir zîhniyeteke ku dixwaze hin kes bimirin heye. Çûna me ya herêmê tê astengkirin.”

Ligel vê hat ragihandin ku kesên danê sibehê hatibûn li herêma şer kon vedin jî li qadê ne. Der barê hejmara wan de agahî nehat girtin.