Îdîaya leşkeran gule li kesên xwestin bibin mertalê zindî reşandin
Hate îdîakirin ku leşkeran gule ji helîkopteran bi ser gelê ku dixwest li hemberî operasyonên li çiyayê Tendurekê bibin mertalên zindî reşandin.
Hate îdîakirin ku leşkeran gule ji helîkopteran bi ser gelê ku dixwest li hemberî operasyonên li çiyayê Tendurekê bibin mertalên zindî reşandin.
Li çiyayê Tendurek navçeya Giyadîn a Agiriyê leşkeran li cihê ku dar lê dihatin çandin operasyon dan destpêkirin, di navbera gerîla û leşkeran de pevçûn rû dan. Rageşiya li herêmê berdewam dike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, nêzî 20 welatiyên ku xwestin pêşî li operasyonê bigirin, xwe kirin mertalên zindî û gihiştin herêma operasyonê.
Hate ragihandin ku kesên derbasî herêma operasyonê bûn, ji mertalên zindî yê din re bi rêya telefonê gotine leşkeran gule bi ser wan de berdane. Li gorî agahiyan, leşkeran bi helîkopteran bi ser herêmê re difire gule reşandine.
Liv û tevgera leşkerî ya li herêmê berdewam dike.