6 şervanên azadiyê ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin

Cenazeyên şervanan ji aliyê hezaran kesî ve ji Saziya Malbatên Şehîdan hatin wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê ve bi rê ketin.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Elî Elî El-Umer (Welat), Ehmed Umer (Rustem Reşo), Fener Qasim (Argîn Hesekê), Dilgeş Bico (Welat Hesekê), Ibrehîm Bincix (Serhed Hesekê) û Heval Hisên (Xebat Cezîrî) ên  9’ê Nîsanê di berxwedana gundê Xerîta ya di navbera Hesekê û Til Temir de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê hezaran kesî ve hatin defnkirin.

Cenazeyên şervanan ji aliyê hezaran kesî ve ji Saziya Malbatên Şehîdan hatin wergeritin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê ve hatin birêkirin. Di rêya ketina goristanê de girseya qelebalix ku bê navber dirûşm gotin, cenazeyên şervanan ji wesayîtan daxistin û li ser milan ber bi goristanê ve meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê Mihemed Dawê axivî û soz da ku gelê Hesekê heta dawî li ser rêya cangoriyan bimeşin. Di berdewama merasîmê de Endama Desteya Rêveber a (TEV-DEM) Mizgîn Ehmed axivî û destnîşan kir ku şervanên YPG’ê bi armanca parastina gelê herêmê li dijî çeteyan berxwedaneke mezin nîşan daye. Ehmed, got ku berxwedana gundê Xerîta ku 2 şervan ji wan ji pêkhateyên Ereb in têkoşîna di ber jiyana hevbeş û biratiya gelan de ye. Ehmed di dawiya axaftina xwe de got ku pêkhateyên herêmê planên çeteyên DAIŞ’ê têk birine û soza  tolhildana têkoşeran da.

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Xweser a Cizîrê, endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş axivî û da zanîn ku berxwedana bêhempa ya şervanên YPG’ê ku ji hemû pêkhateyane têkoşîn û berxwedana gelê herêmê ya li dijî hemû cureyên êrîşan mezin kiriye. Mehşûş, destnîşan kir ku çarenûsa hemû pêkhateyên herêmê yek e û wê heta dawî li dijî hovîtiya çeteyan li ber xwe bidin.

Di merasîmê de li ser navê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Şêrwan Çeçan axivî û got ku pêkhateyên herêmê di nava dîrokê de bi hev re li ber xwe dane, bersiva hemû êrîşan dane û niha jî berxwedana hêzên YPG’ê xeta berxwedana hevpar xurt û bihêztir kiriye. Piştî axaftinan belgeyên şehadetê yên her şeş şervanên YPG’ê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatên cangoriyan jî axaftin kirin û soz dan ku wê heta dawî li ser xeta berxwedanê ya cangoriyên azadiyê bimeşin.

Piştî axaftinê girseya gel cenazeyên 6 cangoriyan bi dirûşm û tilîliyan spartin axê.